Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ismet Şêx Hesen xebatên salekê vegot

KOBANÎ- Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen diyar kir ku di sala derbasbûyî de pêkhateyên herêmê serkeftinên mezin bidestxistin  û nîşan da ku sîstema xweparastinê ku bi destê şêniyên herêmê pêk hatiye, ewlekariya herêmê xurtkir kir û li gorî xwesteka şêniyan meşiya.

Serokê Desteya Parastinê yê Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen sala derbasbûyî nirixand û got ku sala 2016ʹan saleke serkeftî bû û bi derfetên kêm jî xweseriya demorkatîk gelek destkeftî bi dest xistin.Hesen, da zanîn ku Desteya Parstinê bi derfetên xwe yên heyî gelek xebat meşandin û gavên girîng avêt.

Tijî serkeftin bû

Îsmet Şex Hesen xebatên sala 2016ʹan an bi gotina saleke girîng bû nirxand û wiha dom kir: ʺMe di vê salê de gelek gavên mezin avêtin. Gavên me li ser esasê biratiya gelan bû, ji ber vê yekê serkeftinên me hatin parastin. Dema em dibêjin ku serkeftin hebûn û hatin parstin, nayê wê wateyê ku kêmasî jî tune bû. Li ser herêma me embargo hatiye ferizkirin.  Ev yek dihêle ku rewşa me zehmetir bibe. Ev bû sedema ku hin kêmasî di xebatan de derkevin. Ji bo serkeftinê me mayînde bibin, divê gel bi me re bibe alîkar.ʺ

Şêx Hesen destnîşan kir ku sala 2016ʹan saleke tijî serkeftin bû û wiha dom kir: ʺDi 2016ʹan de gelê Bakurê Sûriyê gelek serkeftin bidest xistin. Hêzên QSDê bi sedan gund û hin bajar ji çeteyên DAIŞʹê rizgar kirin.  Serkeftina herî mezin jî rizgarkirina Minbic û herêmên derdora wê bû.  Ev yek ji mezintirîn bajarên Bakurê Sûiryê ye, ev serkeftineke mezin bû. Serkeftin bi beşdarbûna hemû pêkhateyan pêk hat. Ne wekî hin derdor dibêjin ku QSDʹê dixwaze serweriyê li ser herêmên ereban feriz bikin. JI xwe QSDʹê hêza hemû pêkhateyane û bi hezaran şervanên ereb cih xwe di nav de digirin.ʺ

Erka xweparsitnê sîstema parstinê xurt kiriye

Şêx Hesen da zanî ku sîtema Erka Xweparastinê  û wiha dom kir: ʺDi demên dawî de û piştî pêkanîna sîstema Xwe Parastinê li kantona Kobanî pêk hat. Hin derdoran dijberiya sîstmê kirin. Digotin ev sîstma xweparstinê wê pirsgirêkan bi xwe re bîne.  Peropogandaya ku deste nikara sîstema xweparastinê birêve bibe.  Navê leşkeriya neçarî lê kirin.  Wan derdoran ne xwestin çavên xwe ji tiştên bûn sedema ku ew sîstem pêk were girtin.ʺ

Şêx Hesen da zanîn ku gelê herêmê jî xwedî li sîstemê derketin û rê nedan ên îda dikirin û wiha pê de çû: ʺHer kesî dît çawa bi sedan ciwanên Kobanê tevlî nava hêzên xweparastinê  bûn ,ez bawer im ku ev cara yekem e di dîrokê de em dibînin sivîl sîstemeke leşgerî bi vî awayî dipejirînin. Hemû pêkhateyên herêmê beşdrî vê sîstemê bûne . Ciwanên ereb , kurd, turkmen û her neferek bi zimanê xwe tevlî perwedeyê dibe. Bi vê yekê parstina herêmê misoger dibe, her wiha dê destkeftiyên hatine bidestxistin werin parstin.ʺ

ʹParastina civakê bingeha me yeʹ

Şêx Hesn, da zanîn ku armanca wan a sereke parstina civakê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: ʺBingeha kar û xebatên me parastina civakê ye. Rojana êrîş li ser herêmê hene.  Ji ber vê yekê divê sîstema me ya parstinê hîn xurtir bibe. Em bibîr bixin ku 2 sal berê çete derbasî Kobanê bûn û komkujî pêk anîn. Ji bo em rê li pêşiya komkujiyan bigirin, em ê hîn sîstema xwe ya parastinê xurtir bikin. Sîstema me jî sala berê serkeftî derbas bû.ʺ

Serokê Desteya Parastinê Ismet Şêx Hesen di dawiya axaftina xwe got ku divê gelê herêmê baş bizane ku Desteya Parastinê tevlî hemû zehmetî û kêmasiyan xwe berbirsyar dibîne û wiha got: ʺWEkî me got armanca me parstine, em ê di hemû şert û mercan parstina xwe xurt bikin. Serkeftin bi hevkariya bi gelê me re mayînde dibe, ji ber wê banga me ji gelê me re ku her dem alîkariya xwe bidomînin.ʺ

(dc)

ANHA