Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Îtalya ji bo gelê Başûrê Kurdistanê alîkarî şand

NAVENDA NÛÇEYAN – Hikûmeta Îtalya ragihand ku wan ji bo kesên di erdheja Îraqê de zerar dîtine, gelek alîkarî sandiye.

Serokwezîrê Îtalyayê Angelino Alfano di vê çarçoveyê de got: “Me di riya Desteya Alîkariyê ya Îtalyayê re gelek alîkarî ji bo kesên di encama erdhejê de zerar gihaye wan, sand.”

Serokwezîr Alfano destnîşan kir ku wê di nava çend saetan de alîkarî ji Balafirgeha Brindisi, derkekvin.

12 ton alîkarî ku ji Romayê, wê ji bo bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê were şandin.

Alfano diyar kir ku di nava alîkariyan de çadir, betanî, madeyên paqijkirinê û pêdiviyên bingehîn ên jiyanî hene.

Di şeva 12’ê mijdarê de li Başûr û Rojhilatê Kurdistsanê bi pileya 7.3 erdhejek pêk hat. Ji ber erdhejê zêdetirî 500 kesan jiyana xwe ji dest daye.

(bx/he)

ANHA