Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji Astana heta Cinevreyê

Analîz

Hasan Karasungur

Siyaseta Rojhilata Navîn pir dînamîk e. Ji bo her pêşketin û geşedaneke siyasî divê nêzîkatiyek weke maseya kirîzê hebe. Lêhûrbûneke pir mezin û xuliqkarî nebe, ne mimkûn e ku encam bê girtin. Di rastiya Rojhilata Navîn de hinek tişt hatine îspatkirin ku yên ne çalak û ne dînamîk bin û her wiha dereng bimînin jî ew ê winda bikin.

Bêguman siyasetek ku li ser stratejiyeke rast beriya her tiştî tê. Encax ev rastî jî heye, Li Rojhilata Navîn siyasetek ku xwe nespêre hêzeke leşkerî û piştgiriya gel ne mimkûn e ku encamê bigire. Ev her du diyardeyên ku hatine piştrastkirin di Tevgera Azadiyê û şoreşa Rojava de tê dîtin. Diyalektîka têkoşîna gelê kurd di vê çarçoveyê de pirr dewlemend e û ewqasî jî fêrker e. Kurd ji bo çi qezenc dikin? Yek, ji ber ku xwedî piştgiriyeke gel a bi rêxistinkirî ne. Du, ji ber ku xwedî hêzeke leşkerî ya bi biryar e. Sê, ji ber ku bi ruhekî fedayî û afrîner hemleker in. Çar, ji ber ku xwedî stratejiyeke rast a leşkerî ne û li gorî vê ji ber ku xwedî kapasîteyeke bi bandor û encamgir a bi plansazî û polîtîk taktîk in. Pênc, ji ber ku qasî rêxistinkirî ne di têkoşîna xwe de bawermend û têde israr dikin û beriya her tiştî xwedî felsefe û teoriya Rêber Apo ya ku ji mirovahiyê re bûye ronî ne. Dema ku em li diyalektîka pêşketinê ya Tevgera Azadiyê ku zêdetirî 40 salan e û li şoreşa Rojava dinihêrin bi rehetî ev rastî tê dîtin.

Yekbûyîna her sê kantonan dê di rojevê de be

Weke tê zanîn hêzên çete yên faşîst weke DAÎŞ û El Nûsra ji vir û şûnde ew ê ber bi têkçûnê ve biçin. Tu rola van hêzên faşîst û çete ew ê li ser pêşeroja çarenûsa civakên Sûriyê nebe. Van hêzên çete û faşîst rola xwe ya xeter û hovane ji xwe lîstine. Mirov divê tu caran ji bîr neke û mafê berxwedana gelê kurd muheqeq bide ku di şikandina çeteyên faşist ên DAÎŞ’ê de rola herî bi rûmet û sereke ya gelê kurd YPG, YPJ û QSD ye.

Piştî rewşa Helebê ya dawî guhertinek derket holê, ev rast e. Dewleta Tirk ya dagirker îxanet li çeteyên xwe kir. Li ser vê yekê Rûsya jî rê da ku dewleta dagirker heta Babê biçe. Hemû hesab û hedefa dewleta Tirk ya dagirker bêguman li ser şoreşa Rojava û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê ye. Lê dewleta Tirk ya dagirker taybet li ser herêma bakurê Sûriyê  û Babê heta kengî, çiqas û çima ew ê bimîne ev mijarek muhîm e. Dibe ku weke konjekturel pêşiya yekbûna Efrîn û Minbîcê girtibe. Lê weke encam çawa ku dewleta Tirk ya dagirker li Babê ew ê ne mayînde be, yekbûna kantona jî ew ê hertim di rojevê de be. Di vê mijarê de di helwesta Rûsyayê çi guhertin çê bibe, dîsa helwesta rejîma Sûriyê û Îranê ew ê çi be ew jî mijarek girînge. Helwesta şoreşa Rojava bêguman diyar e. Dewleta Tirk a dagirker bi rehetî û bê pirsgirêk ew ê nikaribe hêzên xwe li Bakurê Sûriyê bi cih bike û mayînde be.

Bi tasfiyebûna hêzên çete yên girêdayî dewleta Tirk re li Helebê Rûsya û rejîma Sûriyê moral û encamek girt, ev rastiyek e. Lê mirov ji bîr neke hîn jî derdora Helebê û taybet li ser axa Sûriyê DAÎŞ hêzek e. Weke li Dêrazorê, Palmîra, nêzî Şamê û Humsê û dîsa li Idlîbê cebhet El-Nûsra hene. Yên ku li Helebê encam girtiye, ne tenê rejîma Sûriyê û Rûsya ye. Di heman demê de gelê kurd bi berxwedana xwe li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê destan nivîsî, bi giştî berxwedana gelê kurd li Helebê encamek serkeftî û dîrokî girt. Rûsya li ser vî esasî hewl dide ku li ser pirsgirêkên Sûriyê însiyatîfê bigire destê xwe. Wexta ku Amerîkayê ji Minbîcê şûnde weke Bab û Heleb ji însiyatîfa Rûsan re hişt, Rûsan jî ji vê pirr baş îstifade kir û li gorî vê rastiyê polîtîka pêş xist. Ev civîna ku li Astanayê pêk hatiye encama van pêşketin û geşedanan e.

Wexta mirov rastiya hêz û kesên beşdarî civîna Astanayê dide berçavan, wateya civîna Astanayê jî baştir tê fêmkirin. Bala xwe bidinê Amerîka di asteke pirr jêr de beşdarî civîna Astanayê bû. Yanî mirov dikare bêje ku koalîsyona navneteweyî beşdarî civînê nebû. Jixwe yên serkêşiya civînê kirin jî dewleta Tirkiyê, Îran û Rûsya bûn. Cuda kî hebû di civînê de? Li ser navê îtilafê bi dehan grûbên çete hebûn. Ev çeteyên faşîst jî bi temamî girêdayî dewleta Tirk a dagirker bûn û hinek jî di bin bandora Qeter û Siûdî bûn. Bêguman bi van pêkhateyên li Astnayê ew encameke pirr xurt û bi wate derneketa û wisa jî bû. Di vê noqteyê de rola gelê kurd muhîm e. Diyar e ku li ser israrkirina dewleta Tirk a dagirker gelê kurd beşdarî civîna Astanayê nebûn. Baş e, hêzê herî sereke, bi rêxistinkirî û xwedî proje weke gelê kurd wexta beşdarî civîna Astanayê nebû, dîsa koalîsyona navneteweyî beşdar nebû, bi rastî di vê civînê de li ser navê çareseriya pirsgirêkên Sûriyê ew ê çi encam derketa. Yên ku beşdarî civînê bûn jî çiqasî xwedî xwestek bûn weke nakokiyên di navbera dewleta Tirk û Îranê de, dîsa helwesta rejîmê û Itîlafê. Ev jî li ber çavan e. Ji aliyê psîkolojîk ve Rûsya dikare bêje min encam girt, lê ji aliyê siyasî ve tu encam ji vê civînê derneketin û ew ê her wisa bûya. Ji aliyê leşkerî ve tenê biryara agirbestê hat dayîn û esas ev biryar berê jî hebû. Yê ku li Astaneyê beşdarî civînê bûn dewleta Rûsya û Sûriyê, dewleta Tirkiyê û Îran bûn. Ew grûbên din ên çete û faşîst weke paravan in û jixwe li ser siyaseta perspektîfa dewleta Tirk a dagirker li wê derê bûn.

Rêxistin û rêveberiya gelê kurd, dîsa rêveberî û rêxistina MSD û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê yanî hemûyan dubare dubare rastiyek anîn ziman. Hat gotin ku civînên ku li ser navê çareseriya pirsirgêkên Sûriyê pêk bên eger ew tedê nebin û beşdar nebin ew ê bê wate be û tu biryarên esasî ji wan civînan dernakeve. Dîsa hat gotin civînê ew beşdar nebin û biryarên ku ew ne têde bin bi tu şêwazî wan girênade. Bêguman rêveberiya gelê kurd, MSD û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê di vê noqteyê de mafdar in û di vê noqteyê de çiqas israr bikin jî mafê wan e.

Nîqaş û muzakere pêşxistin xwedî wate ye

Piştî civîna Astanayê ku bi vî şêwazî qediya, Rûsya ji guhertina serokê Amerîkayê û ji vê valatiya heyî jî îstifade kir û xwest hemleyek nû pêş bixe. Duyemîn armanca Rûsya ew bû ku rêxistin û grûbên beşdarî civîna Astanayê nebûn bi temamî derveyî pêvajoyê negire dest û esas mijarên siyasî bi van grûban re nîqaş bike. Rûsya li gorî siyaset û berjewendiyên xwe dît ku divê kurd beşdarî civîna duyemîn bibin. Weke tê zanîn 14 rêxistin û grûb beşdarî civîna Moskovayê ya duyemîn bûn.  Ev grûb bi piranî yan di bin bandora dewleta Rûsya yan jî nêzî wan bûn. Ya herî muhîm û balkêş tevlibûna PYD’ê ye. Yanî weke di navbera Rûsya û PYD’ê de xwest ku çareseriya pirsgirêkên heyî nîqaş bikin. Weke ji raya giştî re hat belavkirin û tê zanîn ku Rûsya çarçoveyek Destûra Bingehîn ya Sûriyê pêşkêşî vê civînê kir. Weke nêzîkbûn û şêwaz, nîqaşên siyasî û muzakereyên heyî wateyek xwe heye. Lê wexta naveroka Destûra Bingehîn hatiye pêşkêşkirin yan jî mirov li çarçoveya wê dinêre, hinek mijarên maqûl têde hebe jî diyar e ku nabe bersiva pirsgirêkên heyî, kêm dimîne û têrê nake. Nûnerê PYD’ê jî projeya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê kir rojeva civînê û alternatîfa xwe pêşkêş kir. Bêguman ji vê civînê jî tu encam nehat girtin û ew ê nehatiba girtin jî. Bi yek civînê di çarçoveya Destûra Bingehin de çareserî dîtin zehmet e û ne mimkûn e. Lê rojev diyarkirin, nîqaş û muzakere pêşxistin xwedî wate ye.

Ji bo gelê kurd û pêkhateyên li ser bakurê Sûriyê dijî weke gelê kurd, ereb, asur, suryan, tirkmen, çeçen û çerkez re projeya herî maqûl bêguman federasyon e. Federasyona Bakurê Sûriyê di heman demê de ji bo tevahî çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê jî perspektîfek e. Yanî çawa pêkhateyên bakurê Sûriyê xwe bi rêxistin kirin û federasyon îlan kirin, li tevahî Sûriyê jî li gorî rastiya herêman 3-5 federasyonên din jî bên qebûlkirin. Li ser vî esasî Sûriyek demokratîk û federal jinûve bê avakirin. Projeya ku Rûsya pêşkêş kiriye jî mijarek e. Projeya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê jî mijarek e. Diyar e ku ew ê di pêşerojê de bê nîqaşkirin û muzakere kirin. Lê em dikarin vê bêjin. Di qonaxa ku em gihîştinê de bi zihniyeta netewe dewlet ne mimkûn e ku yek pirsgirêkên Sûriyê bên çareserkirin. Di navberê de weke pînekirin jî nabe. Projeya rast û durist hemû civak, çand û ol xwe têde bibînin, li ser vî esasî civaka demokratîk û azad, bi biratî bijîn bi perspektîfa neteweya demokratîk yanî Sûriya nû ya federal û demokratîk li ser lingê federasyonê hatiye rêxistin kirin. Wateya vê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê ye.

Bêguman pêvajo hîn jî berdewam e. Hîn jî li ser axa Sûriyê li milekî şer, li milê din hewldan heye ku ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyê siyaset û muzakere pêş bikeve. Bi guhertina serokê Amerikayê re, helwesta Amerîkayê ew ê çi be hîn tam ne diyar e. Tê gotin ku Trump dixwaze herêmên bi ewle ava bike. Ev herêmên bi ewle li ser axa Sûriyê ew ê çend bin û li kudere bin jî muhîm e. Helwesta Rûsya û rejîmê ew ê çi be ew jî girîng e. Şoreşa Rojava bêguman ji destpêkê heta roja îro bi îradeya xwe ya azad weke xeteke sêyemîn pêşxist, ji vir û şûnde jî ew ê wisa be. Lê her nakokî û siyaset çawa li hevdû bandor dikin, bandorek gelê kurd jî ew ê hebe û ew ê şoreşa Rojava jî xwedî bandor be. Noqetya herî muhîm îradeya azad di her şert û zirûfan de bê parastin, lê rastî û resmê li Sûriyê jî bê dîtin ku Rojava hewl bide projeya xwe bide qebûlkirin.

Beşdarbûna Cinêv 4 mafê kurdan e

Piştî civîna Astana û Moskovayê civîna çaremîn a Cenevreyê jî ket rojevê. Tê gotin ku civîna çaremîn a Cenevreyê ew ê di dawiya meha Sibatê de pêk bê. Niha hemû kes hesab û hazirtiya xwe hinekî jî li ser civîna çaremîn a Cenevreyê bi rêxistin dikin. Çîroka civînên Cenevreyê yên 1-2-3 tên zanîn. Ew hemû civîn vala û têk çûn. Bêguman sedemên ku ev civîn vala û têk çûn ên cuda cuda hene. Lê bê nîqaş sedema herî sereke beşdarnebûna şoreşa Rojava yanî gelê kurd bû. Eger civîna Cenevreyê ya çaremîn weke civînên beriya xwe 1-2-3 dîsa eynî perspektîf û nêzîkbûn hebe encamên civîna çaremîn a Cenevreyê jî ew ê weke civînên beriya wê 1-2-3 be. Ji niha ve hem Rûsya hem Amerîka diyar kir ku kurd ew ê di civîna Cenevreyê de hebe. Amerîka û Rûsya ew ê çiqasî li ser vê biryara xwe bisekinin û hevgirtî bin em nizanin. Lê tiştê em dizanin ew e ku ji her kesî pirrtir kurdan heq kiriye ku li civîna Cenevreyê be. Çima kurd ji hemûyan hîn zêde bi rêxistinkirî ye, xwedî bi bandor û hêz e û dîsa xwedî bi proje ye. Ji bo vê beşdarbûna civîna Cenevreyê beriya her kesî mafê kurdan e. Eger kurd careke din beşdarî civîna Cenevreye ya çaremîn nebe; beriya her tiştî ev neheqiyeke ku li ser kurdan tê meşandin û ev civîn ew ê bêwate be û encamê negire. Her wiha kurd ew ê qedera xwe nedin ew kesên ku civîna Cenevreyê pêk tînin û kurdan tevlê nakin. Gelê kurd weke pêkhateyên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê ereb, asûr, suryan, tirkmen, çerkez û çeçen ew ê têkoşîna xwe dewam bikin. Îdareya xwe hîn baştir bi rêxistin bikin, parastina xwe hîn xurtir bikin û li ser vî esasî têkoşîneke siyasî û dîplomatîk hîn xurtir pêş bixin. Yanî ji bo gelê kurd ew ê nabe dawiya dinê. Gelê kurd bi têkoşîna xwe û encamên heta niha girtiye, ne tenê li ser qedera xwe dîsa li ser qedera hemû civakên li Sûriyê xwedî rol be û vê rola xwe ew ê bi layiqî pêk bîne.