Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji Barzanî daxwaza lidarxistina hilbijartinê

NAVENDA NÛÇEYAN- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaza diyarkirina dema hilbijartinên parlementoya herêma Kurdistanê û Serokatiya Herêma Kurdistanê kir ji parlementoya herêmê kir.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi awayeke nivîskî daxwaznameyek ji parlementoya herêma Kurdistanê re şand û ji parlementoyê daxwaza diyarkirina rojekî ji bo hilbijartinên parlementoyê û serokê herêma Kurdistanê kir.

Barzanî diyar kir ku rêya çareseriyê di hilbijartinan re derbas dibe û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ku derfetên pêkhatina hilbijartinê biafirîne û her cûre alîkariyê pêşkêş bike.‘‘

Barzanî ji bo lidarxistina hilbijartinan jî diyar kir ku ew di encama hevdîtin û nêrîn girtina hemû partiyên siyasî yên herêmê de gihîştine baweriyeke wisa ku rêya tenê ya çareseriyê hilbijartine û got: “Piştî ku me serdana piraniya aliyên siyasî yên herêma Kurdistaê kir û rewşa siyasî ya herêmê nirxand, em gihîştin wê baweriyê ku hilbijartin rêya herî baş ya çareseriya pirsgirêkên herêmê û yekîtiyê ye.”

Nêçîrvan Barzanî ji parlementoya herêma xwest ku ji bo pêkanîna hilbijartinê karên pêwîst yên qanûnî bidin destpê kirin û bi şêweyeke 3 mehan derbas neke dema wê diyar kirin.