Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji ber çeteyan xewsteka wî ya xwendinê pêk ne hat

EHSAN EHMED

HESEKÊ – Çeteyên DAIŞ`ê nehîşt ku xewnên wî werê bicihanîn û ji ber kiryarên çeteyan ên hov, tevî malbata xwe berê xwe da Kampa Holê da ku jiyaneke bi ewle peyda bike.

Zarokê bi navê Casim Mihemed El-Şiblî yê 11 salî ji bajarê El-Meyadîn ê girêdayî Dêrzorê ye. Casim tevî malbata xwe ku êdî nikarin kiryarên çeteyên DAIŞ`ê tehmûl bikin, ji bo jiyaneke bi ewle berê xwe da Kampa Holê. Her wiha çeteyan bi girtina dibistana Casim û hemû dibistanên din û dibistan kirin navendên leşkerî, nehîştin ku xewan Casim ku dixwast bibe bijîşk, pêk were.

Çeteyan Casim Mihemed û hevreyên wî neçar dikirin ku li dibistanên ku bibûn navendên leşkerî, fêrî waneyên ji dervayî exlaq û mentiq bibin. Casim destnîşan kir ku çeteyan bi darê zorê çek bi hinek zarokên din rakirin û ji wan zarokan xwestin ku esîrên di destê DAIŞ`ê de, bikujin.

Casim ji ajansa me re axivî û diyar kir ku çeteyan nehîştin zarok li kolanan bilîzin û kesên ku dilîstin jî, çeteyan ew dibirin”El-Hisbe”.

Casim Mihemed ku beriya  niha bi mehekê tevî malbata  xwe hatin Kampa Holê, anî ziman ku çeteyan gelek caran bi rêya peran dixwastin wî tevlî ” Eşbal El-Xîlafe” bikin, lê wî ev yek red kir û xwe ji wan xelas kir.

(kc)

ANHA