Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji ber êrîşa duh 5 endamên Hêzên Xweparastinê yên Mexmûrê şehîd bûn

NAVENDA NÛÇEYAN – Di êrîşa duh êvarê ya li dijî kampa penaberan a Mexmûrê de 5 wezîfedarên ewlekariyê yên Hêzên Xweparastinê yên Mexmûrê şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn.

Di êrîşa duh êvarê saet di 18:45’an a li dijî kampa penaberan a Mexmûrê de 5 wezîfedarên ewlekariyê yên Hêzên Xweparastinê yên Mexmûrê şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn.

Birîndar jî niha li Nexweşxaneya Par a li Hewlêrê tên dermankirin.

Li gorî agahiyên gihîştine ber dest, nasnameya şehîdan wiha ye:

-Bager Boran

-Botan Amed

-Çekdar Mawa

-Dewran Mardîn

-Baz Dijwar

Hat ragihandin ku agahiyên berfireh ên li ser nasnameya şehîdan wê piştre bên eşkerekirin.

Li kampa Mexmûrê niha ji bo şehîdan merasîm tê lidarxistin. Bi hezaran kes hêrs û kîna xwe li dijî êrîşê nîşan didin.

Neteweyên Yekbûyî û Bexda bêdeng in

Meclîsa Gel a Mexmûrê duh bi şev daxuyaniyek weşandibû û ji rêveberiya Bexda û Neteweyên Yekbûyî ku kampa Mexmûrê di bin sîwana wê de ye, daxuyaniyekê bidin. Lê belê hê jî ti daxuyanî nedane.