Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji ber êrîşan Xebatên çandiniyê li Efrînê di xeteriyê de ye

NARÎN EMÎN-HEMRÎN ŞÊXO

EFRÎN –Xebatên çandiniyê ji ber topbaran û bombebarana Artêşa Tirk bi temamî rawestiyaye. Zêdeyî 10 hiktar zeviyên Efîrnê bêyî ku werin çandin mane, her wiha 40 ji sedî ji darên zeytûnan bê ku tu kes li wan binere mane. Vê yekê bi awaykî neynî bandor li çandiniya herêmê kiriye.EFRIN-REWSA-CANDINI-LI-KANTONE (3)

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 20’ê çile ve bi hemû cûreyên çekên giran êrîşî herêma Efrînê dikin. Di encamê de gelek ziyan di binsaziya herêmê de çêbû. Her wiha beşê çandiniyê ku piraniya şêniyên herêmê li ser wê debara xwe ya jiyanî dikin ziyaneke pir mezin dîtiye.

Herêma Efrîn wekî herêmên din ên Barkurê Sûriyê bingeha xwe ya aborî li ser çandiniyê ye.  Bi nêzîkbûna dema çandiniyê, topbaran û bombebarana ArtêşaTirk û teroristên wê bê navber dewam dike, ji ber wê yekê welatî nikarin amadekariyên xwe yên çandiniyê bikin.

Ji ber êrîşa ku hemû tiştî dide ber xwe 10 hezar hiktar zeviyên çandiniyê yên herêmê bê ku werin çandinî mane. Ev yek jî wê bandora neynî li ser mesimê çandiniyê bike.

Navçeya Raco, Bilbilê, Cindirêsê û Şêrawa ji cihê herî zêde zirar dîtine, ji ber ku şerên herî giran li nêzî van cihên nêzî sînor rû dide. Çavdêran destnîşan kirin ku CIndirêsê ri rêza yekem de ya cihên herî zêde zirar dîtiye ye. LI vir tenê zêdeyî 5 hezar hiktar zeviyên welatiyan zirar dîtine.

Ev jî wê bibe sedema ku Cotkar li herêmên sînor gelek zehmetiyan dikşînin, ji ber toopbaran rê nade ku cotkar li zeviyên xwe binerin. Ev jî wê bibe sedema ku mesimê sala were pir kêm be. Ev detayên me dane ji Desteya Çandiniyê hatine wergirtin.SLAH IBO

Daran jî gelek zirar dîtine, ji ber topbaran û bombebaranê gelek darên welatiyan ziyanên mezin dîtine, hin şewitîne û hin ji kok ve rabûne.

Cîgirê Serokê Desteya Çandiniyê yê Efrînê Selah Îbo derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: “Zeviyên çandiniyê û bi taybet darên mêwan gelek zirar dîtine. Bi taybet darên zeytûnan pêwîste baş li wan were mezekirin, guvre ji wan re were dayîn, her wiha divê derdora wan were kolandin. Me komîteyek saz kiriye ji bo li ser displîna buhayê semadê bisekine.

(dc)

ANHA