Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji ber hilweşîna erdê 206 kesan jiyana xwe ji dest dan

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Kolombiya ji ber barîna zêde ya baranê hilweşîn di erdê de çêbû û di encmaê de 206 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes di navber winda û birîdnaran de hene. Himûmeta Kolombiya derbarê bûyerê de şîn ragîhand.

Li bajarê Mokoa ya herêma Botomayo ya li Başûrê Kolombniya ji ber barîna baranê hilweşîneke mezin di erê de pêk hat. Hilweşîna erdê roja înê di saetên dereghî şevê pêk hat.

AFP’ê li ser zimanê Xaça Sor da zanîn ku di encama buyer de 206 kesan jiyana xwe ji dest dane, 202 birîndar bûn û 220 kes hîn windane. Rayedarên Kolombiya  destnîşan kirin ku îhtîma ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Serokê kolombiya Xewan manoyîl Santos rewş wekî felaketa mirovî pênase kir û li hemû welat şînî ragîhand.

(dc)