Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji ber mayîna çeteyan 3 zarok mirin, 3 birîndar bûn

GIRÊ SPÎ – Di encama teqîna mayîna ku çeteyên DAIŞʹê de sê zarokan jiyana xwe ji dest dan û 3 birîndar bûn.GIRESPI-TEQINA-MAYINEKE ‫(160367105)‬ ‫‬

Mayîneke çeteyên DAIŞ`ê ku berê hatibû bi cihkirin dimalbateke koçber ku ji bajarê Reqqayê reviyane û li Mezra EL-Yeiribiyê ya li rojavayê bajarê Reqqayê bi cih bûne de teqiya. Di encama teqînê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 3 zarok birîndar bûn.

Zarokên ku jiyana xwe ji dest dan ev in: Xezel Îbrahîm (10), Eyet Merî (8), Ehmed EL-Neşif (9)GIRESPI-TEQINA-MAYINEKE ‫(1)‬ ‫‬

Zarokên ku birîndar bûn ne jî ev in: Ûseme Merî (12), Mihemd Cemal EL-Neşif (10), Emenî Merî (7)

Şervanên QSDʹê zarokên birîndar rakirin nexweşxaneya Girê SPî û li wir têne dermankirin.

Hate zanîn ku rewşa birîndaran başe.

(jo/dc)

ANHA