Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji ber sermaya zêde xwendekar naçin dibistanê

EHMED Elk-KEMIYAN

GIRÊ SPÎ – Hejmara xwendekarên Dibistana Til Semin ji ber sermaya zêde û tunebûna sobeyan, kêm bûye.

Li dibistana gund derî, pencere, sobe tune ne û her diçe serma zêde dibe. Rêveberiya dibistanê ji ber derfetên kêm, neçar ma ku wekî alîkarî ji her xwendekarekî/ê 50 lîreyên Sûriyeyê werbigre da ku pêdiviyên dibistanê bi cih werîne.

Ev alîkariya hanê jî têrê nekir, ji ber vê çendê piraniya xwendekaran naçin dibistanê.

Nûçegihanê ANHA’yê girêdayî mijarê li gel yek ji mamosteyên dibistanê Mehmûd Şedîd civiya û rewşa dibistanê jê pirsî.

MIHMUD

Mehmûd destnîşan kir ku alavên germkirinê nayên peydakirin, xwendekar nikarin perwerdeya xwe bidomînin û gelek xwendekaran dest ji dibistanê berdane.

Xwendekarên bi navên Ebdulhadî Ayid û Rexed Yûsif diyar kirin ku ji ber seramaya zêde ji dibistana xwe dereng dimînin.

REXED YUSIF ABDIL HADY

Nûçegihanê ANHA’yê ji bo çareseriyek ji vê pirsgirêkê re were danîn bi rêveberên Komîteya Perwerdeyê re hevdîtin kir.

Hevseroka komîteyê Fatima Bozan wiha axivî: “Eger rêxistinên alîkariyê sozên xwe pêk neyinin , dibistan neyê tamîrkirin û alavên germkirinê neyên peydakirin, em ê li gorî derfetên ber destê xwe alîkariya dibistanê bikin.”

(bx/he)

ANHA