Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji berxwedana Şêxmeqsûd ber bi rizgarkirina taxên rojhilat ve -1

Dîmen

CEEFER CEEFO

HELEB – Berxwedana taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji efsaneya serdemê ya Kobanê ne kêmtir bû û di encamê de taxên rojhilatê bajêr û taxên Eşrefiyê, Benîzêd û Seken Şebabî hatin rizgarkirin û qonaxa desthilatdariya sîstemên paşverûtî yên rêjîma Sûriyeyê û komên çete yên girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyeyê hate bidawîkirin û roja van taxan dîsa li ser destên YPG/YPJ’ê hilhat.

28’ê Mijdarê yekemîn salvegera  rizgarkirina taxên rojhilatê Helebê ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel/Jin (YPG/J) ve ye ku komên çete têde bi cih bibûn û ji van taxan taxa Şêxmeqsûd topbaran dikirin.

Girêdayî mijarê, Endamê Fermandariya YPG’ê Ziyad Xemgîn ji Ajansa Nûçeyan A Hawar (ANHA) yê re axivî û behsa çavdêriya xwe ya dema berxwedana welatiyên taxa Şêxmeqsûd kêlî bi kêlî kir ku ti carî serê xwe ji çeteyan re netewan din û li hemberî topbaranên wan berxwedana xwe domandin.

Kurtebîranînên Endamê Fermandariya YPG’ê Ziyad Xemgîn a berxwedana taxê ev e:

“Di destpêka sala 2012’an de welatiyên taxa Şêxmeqsûd rabûn ser piyan û dest bi rêxistinkirina xwe kirin. Welatiyan di destpêkê de ji bo taxa xwe biparêzin komîteyên parastinê avakirin û bendên kontrolê li ser riyên ketin û derketina taxên danîn. Di wê demê de tenê çekek jî di destên welatiyan de tune bû û rêjîma Baasê gelek caran xwest derbasî taxa Şêxmeqsûd bibe, lê welatiyên taxên li pêşiya rêjîmê sekinîn û nehiştin derbasî taxê bibe.

Rêjîma Baasê piştî ku nikaribû derbasî taxê bibe, rêbazên qirêj bikar anîn û xwest tevliheviyê di navbera pêkhateyên taxê de derbixîne û bi vê armancê hin malbatên eşîra El-Begara bikar anîn. Di wê demê de hin kesên van malbatan li ser fermana rêjîma Baasê êrîşî welatiyên Kurd kirin û di encamê de çalakvana Kurd Gulê Selmo şehîd ket. Ev gava yekemîn a pilanên rêjîma Baasê ya şikandina îradeya gel bû.

Rêjîma Baasê hêvî dikir ku bi van kiryarên xwe yên qirêj dê vîna gel bişkîne, lê tişta ku bawer nedikir ew bû ku piştî şehadeta Gulê Selmo hemû welatiyên taxê bi çûk û mezinên xwe rabûn ser piyan û ev nîşana destpêkê ya îradeya gel bû ku ti carî serê xwe ji rêjîmê re natewînin.

Piştî wê koma çeteyê bi navê Xalid Heyanî derket û diyar bû ku ew ne ji rêjîmê baştir in û hewl dan bi êrîşên xwe yên bi çekên giran taxê dagir bikin, çeteyan bawer dikirin ku bi riya terora xwe ya li hemberî welatiyan dê karibin îradeya gel bişkînin. Lê welatiyên taxê bi rihekî fedekar li hemberî hovîtiya van çeteyan li ber xwe dan û hemû êrîşên wan têkşikandin.

Di heman dema êrîşên çeteyan de, welatiyên taxê asta têkoşîna xwe bilind kirin û birêxistinkirina xwe xurttir kirin û bendên xwe yên kontrolê li hemû eniyên şer ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zêde kirin û alîkariya şervanên YPG’ê kirin ku di wê demê de derfetên cebilxaneyên leşkerî gelekî kêm û dijwar bû.

Di destpêka sala 2013’an de, bi taybet di meha Sibatê de ku weke meheke reş li ba gelê Kurd tê nasîn, di 8’ê Sibatê de rêjîma Baasê êrîşî bendên kontrolê yên taxa Eşrefiyê kirin. Ev êrîşa rêjîmê rastî bersiva şervanên YPG’ê hat û rêjîmê bi çekên giran bi hemû hêza xwe êrîşa xwe domand, tevî ku tenê çekên sivik di destên me de bûn bi rihê berxwedana şervanên ku xwîna xwe fedakirin evan êrîşê rêjîmê jî hatin şikandin.

Di meha Tebaxê de çeteyên girêdayî Xalid Heyanî êrîşa xwe careke din li dijî devera Muxaberat a taxa Şêxmeqsûd kirin û ev êrîşa wan 22 rojan dom kir û bê navber taxa Şêxmeqsûd topbaran dikirin, lê dîsa jî ev êrîşa çeteyan rastî bersiva şervanên YPG’ê û YPJ’ê hat û dersek dane Heyanî ku ti carî ji bîr neke û gihîşt asta ku fikra êrîşa taxê bi temamî ji serê xwe avêtin.

Êrîşên çeteyan li dijî taxê lawaztî û têkçûna çeteyan diyar dikir, nemaze piştî ku tîpên gazê û fûze û hawan li dijî taxê bê navber bikar dianîn û li hemberî van êrîşan jî şervanan tedbîrên xwe baş girtibû û hemû hewldanên wan têkşikandin.

Di sala 2014’an de buyer hatin guhertin û komên çete şikestin û di navbera wan bi xwe de pevçûn rû dan, piştî ku çeteyên DAIŞ’ê di Sûriyeyê de belav bûn û xwestin derbasî bajarê Helebê bibin, dîsa şervanên YPG’ê li hemberî van çeteyan derketin û êrîşên wan şikandin. Di sala 2015’an de di bin çeteyên girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyeyê di bin navê çalakiya “Lebeykî ya Uxtah” de li eniyên taxa Şiqeyêf ya li bakurrojhilatê taxa Şêxmeqsûd êrîşeke nû dane destpêkirin û dîsa jî êrîşa wan ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve hate têkşikandin.

Di 16’ê Sibata 2016’an de êrîşa herî dijwar û giran li dijî taxa Şêxmeqsûd hate meşandin û di encamê de hejmareke şervanan û gelek welatiyên sivîl şehîd ketin. Lê di encamê de taxên rojhilatê Helebê ji destên çeteyan hatin rizgarkirin û îradeya gel derket holê û bi hezaran welatiyên sivîl berê xwe dan şervanan û xwestin li rex wan şer bikin û vê yekê hişt ku moralên şervanan gelekî bilind bibin û berxwedana xwe bi awayekî leztir ber bi pêş ve birin.”

Sibe.. (vîna şervan û welatiyan hemû pilanên komên çekdar têkşikand)

(jh)

ANHA