Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji berxwedana Şêxmeqsûd ber bi rizgarkirina taxên rojhilat ve -4

Berxwedana şêniyên Şêxmeqsûd parstina taxên din ên Helebê kir

KENDAL ŞÊXO-CEFER CEFO

HELEB– Berxwedana şêniyên taxa Şêxmeqsûd û hêzên YPG/YPJ’ê beşek din ji berxwedana ku bi xwînê hatiye xêzkirin e. Şêniyên Şêxmeqsûd taxa xwe rizgar kirin û parstina taxên din ên Helebê kirin.

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji destpêka şoreşa Sûriyê û heta di dema ku êrîşên dijwar li ser taxê pêk hatin, berxwedan kirin. Bi hevgirtina xwe û xwerêxistinkirinê parstina taxa kirin û rê nedan komên çete ku taxa wan dagir bikin. Şêniyên Şêxmeqsûd û şervanên YPG/YPJ’ê her wiha taxên din ên Helebê jî ji çeteyan rizgar kirin.HELEB-BERXWEDANA-GO-LI-SEX-MEQSUD-HATE-KIRIN (1)

Di taxê de malbatên berxwedêr ên ji Şêxmeqsûd û taxên rojhilat ên Helebê hebûn. Dayîka bi navê Fatma ku di rêveberiya Kongreya Star de cih digre serpêhatiya berxwedana Şêxmeqsûd wiha got: “Êrîşên ku li ser şêniyên taxa Şêxmeqsûd dihatin kirin û hîn jî didome, ne tenê di aliyê leşkerî de pêk hatin, lê belê şerê taybet li ser şêniyên taxê hate meşandin. xwestin di nava pêkhateyan de tevlîheviyê derbixin. lê bi perwede û rêxistina di saziyên taxê de hemû pîlanên wan têk çûn.”

Fatma di berdewama axaftina xwe de berxwedana şêniyên taxê bibîr xist û wiha dom kir: “Heger ne ji berxwedan û tekoşîna şêniyên taxê û fedekariya şervanên YPG û YPJ’ê baya, wê rê li ber êrîşnê çeteyan ne hatiba girtin. Heger berxwedan pêk nehatiba wê wêranî li tavahiya Helebê wêranî bi destê çeteyan pêk hatiba.”

Fatma, da zanîn ku şêniyên taxê bi hevgirtin û berxwedana xwe karîbûn hemû pîlanan vala derbixin û wiha dom kir: “Bi yek rihî şêniyên taxê karibûn hemû pirsgirêkên xwe yên heyî çareser bikin û heta roja îro jî em xwe birêxistin dikin û hemû pirsgirêkên xwe çareser dikin. Şehîdên berxwedana Şêxmeqûsd ên wekî Şehîd Gulê Selmo û Fatma Hecî yên di destpêka êrîşa komên çete ya li ser taxa de şehîd bûn, fikirê azadiyê di nava hemû civakê de pêş xistin û bûn binegeha hêza şoreşê û berxwedana Şêxmeqsûd. komên çete bi awayekî bêser û ber taxa me topbaran kirin, gelê me bi van êrîşan wan re rû birû bûn , lê dest ji taxa xwe bernedan û heta dawiyê li kêleka hêzên berxwedanê YPG û YPJ’ê sekinîn.Ev rewş hîn jî didome.”

Fatma, di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku di dema tax rastî êrîşan dihat, jin û zilamên taxê li meydana taxê kom dibûn û xwarin ji şervanên ku parstina taxê dikirin re hazir dikirin û dibirin qadên parstinê û wiha got: “Ev berxwedan û tekoşîn li ser esasê biratiya gelan û hevgirtina civakî pêk hat. Berxwedana hatenîşandan asta girêdana şêniyên Şêxmeqsûd bi taxê ve girêdide.”

SIBE: Navenda Tenduristiyê ya Şêxmeqsûd beşek ji berxwedana taxê ye.

(dc)

ANHA