Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji berxwedana Şêxmeqsûd ber bi rizgarkirina taxên rojhilat ve -5

Dîmen

Navenda ji êrîşa gelê Şêxmeqsûd re şahidî daye!

CEFER CEFO- KENDAL ŞÊXO

HELEB- Navenda Tenduristiyê ya Şêxmeqsûd yek ji cihên ku ji berxwedana taxê û êşa welatiyan re şahidî kiriye.

Endama Heyva Sor a Kurd Leyla Hesen ji destpêka berxwedana taxa Şêxmeqsûd di nava berxwedanê de cih girt û bi hemû hêza xwe ji bo dermankirina welatiyan di nava kar û xebatan de bû. Leyla Hesen ku di her kêliyên bi êş ên şêniyên taxê re hazir bû dibêje ku çeteyan êrîşên li dijî mirovahiyê pêk anîn û wiha got: “Çeteyan di êrîşên xwe de jin, zarok û hemû şêniyên taxê bê cûdahî hedef dgirtin.”

Bîranîneke bi êşHELEB-DOSIYA-SEX-MEQSUD (1)

Leyla serpêhatiyek bibîr anî û wiha got: “Me gelek tiştên bi êş dîtin û jiyan kirin. destpêkê li ser min pir zehmet bû. hejmara xebatkarên me jî têrê ne dikir. Cara herî bi êş dema min parçeyên canê mirovan belav bûye dîtin. Gelek caran malbatan cenazeyên zarokên xwe radikirin, tenê hestiyên wan dime. Ji me dixwestin em wan derman bikin. Hemû ji ber topbarana li ser taxê wiha dibûn.”

Leyla destnîşan kir ku wan xwe birêxistin dikirin û wiha dom kir: “tevî derfetên kêm, lê ji ber alîkariya welatiyan û şervanên YPG/YPJ’ê me xwe birêxistin dikir. Hemû kesî baş dizanî ku tenê bi hevgirtinê welatî dikarin êşa xwe sivik bikin.”

Leyla yek ji xebatêkarên tenduristiyê yên di navenda tenduristî ya Şêxmeqsûd de dixebitî û jiyana xwe ji dest da bibîr anî û wiha dom kir: “Dr. Şahid El-Cemiyan û Xalid Fecir dema destwerdanên tendiristî pêk tanîn şehîd bûn. Gelek welatiyên birîndar rizgar kirin.”

Endama Heyva Sor a Kurd Leyla Hesen di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku navenda wan a tenduristî di dema tax rastî êrîşên komên çete dihat gelek welatî derman kirin û bi alîkariya welatiyên taxê li gorî derfetên xwe berxwedanek bêhempa nîşan dan. Bi sedan welatiyên taxên di vê navendê de şehîd bûn, ji ber kêmderfetan nikarîbûn werin rizgarkirin.”

(dc)

ANHA