Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo aloziya Qeterê civîna 4 alî tê lidarxistin

NAVENDA NÛÇEYAN –Wezîrên Derve yên 4 welatên ereb bi îdayîa şer li dijî terorê li paytexta Behrên EL-Menama dicivin. Civîna ku dê pêşketinên aloziya Sûriyê nîqaş bikin dê 2 rojan dewam bikin.

Berdevkê Fermî yê Wezareta Derve ya Misrê diyar kir ku civîna wan di çarçoveya îtfaqa di navbera her 4 welatan di civîna Qahîra pêk hat, hatiye lidarxistin û got ku di civîna Qahîra ku di 5ʹê tîrmehê de hatibû lidarxistin her 4 welatan biryar dan ku di dawiya meha Tîrmehê de li Behrên bicivin.

Berdevkê Fermî yê Wezareta Derve ya Misrê  her wiha destnîşan kir ku civîna 4 alî nîşan dide ku ev welat di nava hevkariyê de ne û destnîşan dike ku ew ji daxwazên xwe yên ji Qeterê bi israr in.

(mh)

ANHA