Têkilî | Derheqê me de

Ji bo Arîn û Demhat sersaxî hate xwestin

KOBANÊ- Welatiyên Kantona Kobanê ji malbatên şehîd Arîn Ronahî û Demhat Heleb re sersaxî xwestin.KOBANI-DI BIN KONE SERSZXIYE (3)

Meclîsa Mablatên Şehîdan a Kantona Kobanê ji bo şervana YPJ‘ê Sîdar Bekir (Arîn Ronahî) û şervanê YPG‘ê Mihemed Ebdî (Demhat Heleb ên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, konê sersaxiyê veda.

Konê sersaxiyê yê Arîn Ronahî li gundê Mezra Sofiyan ê dikeve başûrê Kobanê hatibû vedan û yê Demhat Heleb li başûrê Kobanê hat vedan.

Di bin konên sersaxiyê de merasîm hatin lidarxistin.

Bi sedan şêniyên herêmê berê xwe dane konê sersaxiyê û ji malbatên wan re sersaxî xwestin.

Merasîmên sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kirin.

Di bin konê sersaxiyê yê Arîn Ronahî, li ser navê Meclîsa Xeta Başûr Welîd Şêx û apê şehîd Arîn, Ehmed Efendî axivîn. Di axaftinan de hate gotin ku bi saya xwîna van şehîdan aramî li herêmê pêk hatKOBANI-DI BIN KONE SERSZXIYE (7)

Her wiha li bin konê şehîd Demhat Heleb Serokê Desteya Erkaxweparastinê Ismet Şêx Hesen sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got serkeftinên ku îro hatine bi destxistin encamên xwe keda û xwîna şehîdan e.

Ismet Şêx Hesen di dawiya axaftinên xwe de dast nîşan kir ku îro li rojhilat bi saya xwîna şehîdan serhilana gel tê kirin .

Merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin‘ bi dawî bû.

(şm/tk)

 ANHA