Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo avakirina nifşekî azad tevdigere

 AZAD SEFO

GIRKÊ LEGÊ – Akademiya Yekîtiya Ciwanên Ereb a şehîd Hozan Can a bajaroka Çilaxa di  22`ê Tîrmeha 2017`an de hat vekirin. Armanca vekirina akademiyê ew ku ciwanan li ser  prensîpên Demokratîk, azad û biratiya gelan perwede bike.GIRKE-AKADIYMYA-SEHID-HOZAN-CAN ‫(1)‬

Şoreşa Rojava, ku li ser prensîpên demokratîk dest pê kir, ji serî de şerê rêgezên kevneşopî û tayîfeperestiyê kir û baweriya gel li ser prensîpên jiyana hevbeş, biratiyê, aştiya civakî xurt kir. Şêniyan jî dîtin ku bi prensîpan dê ber bi pêşerojeke ronahî ve gavan bavêjin, ji destpêkê ve xwe dan kêleka şoreşê û bihezaran ciwan û zarokên gel ên herêmên cuda li dora saziyên demokratîk bi taybet ên ciwanan, kom bûn.

Yekîtiya Ciwanên Ereb, bi armanca xurtkirina rêxistina ciwanan di 19`ê Mijdara 2016`an de kongreya damezrêner a Ciwanên Ereb di Rojava – Bakurê Sûriyê de lidarxist.  Yek ji biryarên kongreyê ew bû ku tevgereke ciwanên ereb ên demokratîk bê avakirin. Her wiha di kongreyê de biryar hat girtin ku Akademiyek Ii ciwanên ereb re bê vekirin. Di nava xebatên 2 salan de zêdeyî hezar ciwanên ereb hatin perwedekirin.GIRKE-AKADIYMYA-SEHID-HOZAN-CAN ‫(148242946)‬ ‫‬

Li ser biryara kongreyê yekemîn akademiya ciwanên ereb bi navê şehîd Hozan Can a ciwanên Ereb a bajarê Minbicê di 4`ê Kanona 2017`n de hat vekirin. Paşê dîsa bi navê şehîd Hozan Can akademiya ciwanên Çilaxa ya Girkê Legê di 22`yê Tîrmeha 2017`an de hat vekirin.

Ev herdu akademiye, li ser navê şervanê YPG`ê Musena El-Elawî (Hozan Can) hat binav kirin. Şehîd Hozan Can bi eslê xwe erebe û ji şêniyên bajarê Dirbesiyê ye û di 22`yê Mijdara 2015`an di berxwedana Holê de, şehîd bû.

Akademiya şehîd Hozan Can a ciwanên ereb a bajarê Çilaxa, di roja hatiye vekirin de, bi tevlêbûna 21 ciwanên ereb, tirkumen û eremen ên ji bajarên Kantona CIzîrê, bajarên Reqayê, Minbic û Eyn Îsa hetine, yekem dewreya perwerdehiyê dest pê kir.

Amanca rizgarkirina civakê yeGIRKE-AKADIYMYA-SEHID-HOZAN-CAN ‫(1)‬ ‫‬

Rêveberên Akademiyê gotin ku armanca vekirina Akademiyê ew e ku nifşekî ciwanan li ser prensîpên demokratîk , azadî, biratiya gelan û jiyana hevbeş, bafirîne.

Ji rêveberên akademiya şehîd Hozan Can a Çilaxa Xebat Cûdî, diyar kir ku ciwanên dewreyên perwerdeiyê bi dawî bikin dê li herêmê belav bikin da prensîpên azadiyê di nava civakê de belav bikin. her wiha rola ciwanan a rizgarkirina civakê ji bermahiyên rejîmên neteweperestiyê, xurt bike.

Dewre dê 45 rojan dewam bike. Di nava 25 rojan de dê waneyên bîrdozî bibînin û di 10 rojên din de jî perwerdehiyên leşkerî li ser xwe parastinê û bi karanîna çekan bibînin.

Li ser rastkirina rêgezan û xurtkirina naskirina rastiyê, perwerdeGIRKE-AKADIYMYA-SEHID-HOZAN-CAN ‫(148242947)‬ ‫‬

Beşdarên dewreyê li gor parograma rojane, ji aliyê pisporan ve waneyên cuda dibînin. Programa şêwazên nû a dayîna zanyariyan bikartîne û armanc dike ku zanyariyên ciwanan rast bike û careke din bi awayekî rast dîroka gelê herêmê bixwînin, li ser dîroka Sûriyê û dîroka Rojava. Her wiha wateyên rast ên dada civakî û xurtkirina rêgeza netewa demokratîk . da ku rola ciwanên demokratîk di civakê de xurt bibe.

Ji armancên programên dewreyê ewe ku rola cijê jî di civkê de xurt bibe, ku azadiya civakan bi azadiya jinê ve girêdayî ye.

Belavkirina zanebûnê di nav jinan deinas mihemed

Jina ciwan a bi navê Înas Mihemed a ji şêniyên bajarê Reqayê, ku malbata wê karîbûn xwe ji zulm û zordariya çeteyên DAIŞ`ê xilas bikin û birevin, biryar da ku tevlî dewreya perwerdehiyê bibe da xebat û têkoşîna li dijî tundî û zulma li ser jinê bidomîne.

Înas Mihemed wiha domand: ʺMin wek jineke ciwan wiha dît ku hişyarkirina û zanekirina jinan û avakirina nifşeke zana erka ser mile min e jî, da kevneperestî û koletî ji holê rabe.ermeni yehya

Ezê bi hemû hêza xwe vê prensîpê di nav gelê Ermenî de belav bikim. ʺ

Akademiya şehîd Hozan Can tevî ku girêdayî tevgera ciwanên ereb e , lê ciwaên tirkumen û eremenî jî di dewreyên perwedeiyê de beşdarin.

Ciwanê bi navê Yehya Ermenî, ku ji ber sedemên taybet nexwestiye nasnavê xwe eşkere bike, diyar kir ku ew ji bo xurtkirina prensîpên dadê û biratiya gelan, tevlî akademiyê bûye û ev tişt anî ziman: ʺArmanca waneyên em dibînin, avakirina nifşeke şaristanî û zana hedef digre, ezê bi hemû hîza xwe nav rêgezan di nav gelê ermenî de belav bikim.ʺ

(rr)

ANHA