Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo avê rojane yek km dimeşin

SEMÎRA DAWÛD

GIRÊ SPÎ – Ji ber kêmbûna avê li herêmê jinên gundê Hezîme yê gundewarê Reqayê zêdetirî yek km dimeşin da ku bigihêjin qenayê û avê bînin.GRISPI-=ZAHMTI-DIKSININ-JE -BO-AVE (1)

Roj bi roj bi dehan jin firaxên avê hildigrin û berê xwe didin çem da pêdiviya malê ya avê bînin.

Jinên gund ji rêxistin û aliyên peywendîdar xwestin ku di zûtirîn dem de toreya avê ku ziyan dîtiye sererasta bikin û ji nû ve bixin xizmetê.

Jinan got ku ew ji bo peydakirina kêmek av diçin cihekî dûr û gelek zehmetiyan dikişînin.

(rr)

ANHA