Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo azadiya Ocalan banga mezinkirina têkoşînê hate kirin

HESEKÊ – Li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê têkildarî salvegera komploya 15‘ê Sibatê ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk hat semînerek hate dayîn. Di semînerê de hate gotin ku Ocalan riya azadiyê ji gelan re ronî kir, pêwîst e bi mezinkirina têkoşînê xwedî lê were derketin.

Yekîtiya Mamosteyan a navçeya Dirbêsiyê derbarê komploya 15‘ê Sibatê semînereke organîze kir.

Semîner li navenda Çand û Hunerê ya navçeyê bi amadebûna bi dehan mamosteyan ji aliyê Rêveberê TEV-DEM‘ê Cahid Hesen ve hate birêveberin.

Piştî rêzgirtinê, Rêveberê TEV-DEM‘ê Cahid Hesen kurtejiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna wî vegot.

Hesen got, “Rêber Ocalan xwedî fikrê azad û demokratîk e, banga aşîtî û biratiyê dike û ji bo azadkirina gelên bindest ji sîstema desthilatadar her tim di nava lêgerînê de bû.”

Cahid Hesen, anî zinam ku armanca komploya navneteweyî ku di encamê de Ocalan radestî dijminên mirovahiyê Tirkiyê hate kirin, di şexsê Ocalan de tunekirina gelê Kurd û nehêlan ku fikrê wî yê aştiyane li cîhanê belav bibe.

Rêveberê TEV-DEM‘ê Cahid Hesen li hemberî faşîzma Tirkiyê girîngiya mezinkirina têkoşînê destnîşan kir û wiha got: “Li ser vî esasî erka me ya li bermaberî Rêberê xwe yê ku riya azadiya ji me re ronî kir, xwedî li fikrê wê derkefrin û têkoşîna xwe mezin bikin.”

(bb)

ANHA

DERBASEA-SMENR-SBO-SRKATE (2) DERBASEA-SMENR-SBO-SRKATE (1)