Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo azadiya Ocalan YCR`ê bang kir

BEYRÛT – Rêxistina Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ya Lubnanê xwest tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û bang li gel û raya giştî kir ku ji bo azadiya Ocalan rabin ser piyan.BIROT-HEVPEVIYN JIPO OCLAN (2)

Rêxistina YCR`ê ya Lubnanê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rewşa wî ya tenduristî, daxuyaniyek da.

Daxuyanî ku bi amadebûna dehan ciwanan hate dayîn, ji aliyê Endamê YCR`ê Yasîn Esaf ve hate  xwendin. Ciwanan posterên Ocalan, alên YPG, YPJ û TEV-DEM`ê hilda bûn.

Daxuyanî bi bîranîna  cangoriyên azadiyê hate destpêkirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Hikumeta Tirkiyê ji 27`ê tîrmeha 2011`an ve, destnûr nade ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzarên xwe re hevdîtin bike. Her wiha ji 5`ê nîsanê  2015`an ve jî, hikumeta Tirkiyê nahêle ku malbata Ocalan biçe gel wî,  tenê di  11`ê îlona 2016`an de, hevdîtineke kurt çêbûye. Ji wê demê û heta niha ku salek li peyî xwe hîşt tu agahî derbarê tenduristiya Rêber Ocalan tune ye.

Hikumeta Tirkiyê rêbazên şerê taybet derbarê tenduristiya Ocalan û rewşa wî di  zindanê de, dimeşîne.

Em wekî ciwanên Kurd ên Lubnanê, em dixwazin tecrîda li ser Rêber APO werê rakirin û yekser malbat û parêzerên wî biçin gel. Kiryarên hikumeta Tirkiyê  derheqê Ocalan de, li dijî hemû pîvanên mafên mirovan in. Ev bû 6 sal in ku hikumeta Tirkiyê bi hincetên ne rast, destûrdayîna serdana Ocalan nade.

Em bang li hemû  gelê me û raya giştî dikin ku ji bo azadiya Ocalan bi yek dengî rabin ser piyan.

Bijî Rêber Abdullah Ocalan

Bijî berxwedana Îmralî.”

Daxuyanî bi dûrişmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û banga azadiya wî, bi dawî bû.

(kc)

ANHA