Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo bajaroka Mebrûka û 22 gundên wê firneyek tê vekirin

SOZDAR XELÎL

HESEKÊ – Şaredariya Gel a bajaroka Mebrûka ya girêdayî bajarê Serêkaniyê amadekariya vekirina firneyeke nan dike. Ev firne wê pêdiviya bajaroka Mebrûka û 22 gundên girêdayî wê bi cih bîne. SRK-AMEDEKARIYA-FIRNEYA-NAN (1)

Bi armana peydakirina pêdiviyên welatiyan û hêsankirina wergirtina nan, Şaredariya  Gel a bajaroka Mebrûka bi hevkariya Komîteya Aborî ya Desteya Şaredariyan a Kantona Cizîrê ev bû demeke amadekariya vekirina firneyeke nan dike. Firne li gundê Dehma ya girêdayî Mebrûka tê amadekirin.

Têkildarî mijarê Hevserokê Şaredariya Gel a Mebrûka Sedam Edela diyar kir şêniyên herêmê di peydakirina nan de gelek zehmetî dîtin, ji ber vê yekê jî pêwîstî bi vekirina fineyê hate dîtin.

Edela anî ziman ku  cihê firneyê amade ye, tenê ew li benda alavên wê ne.SRK-AMEDEKARIYA-FIRNEYA-NAN (4)

Edela got ku bi vekirina firneyê re wê zext li ser firneyên Serêkaniyê jî kêm bibe û êdî her herêmek bi xwe nanê xwe çêbike.

Derbarê dema vekirina firneyê tu agahî nehatin dayîn, lê li gorî hevserokê şaredarî wê di demeke nêz de were vekirin.

(kc)

ANHA