Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo belavkirina mazotê li Reqayê wê komîte werin avakirin

EYN ÎSA – Endamê Komîteya Sotemeniyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Macid Ebdî destnîşan kir ku ji bo belavkirina mazota zivistanê li herêmên Reqayê yên rizgarkirî, wê komîteyan ava bikin.

Komîteya Sotemeniyê ya Maclêsa Sivîl a Reqayê, bi hatina demsala payîzê û nêzîkbûna zivistanê re, dê madeya mazotê li gundên Reqayê yên rizgarkirî, navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê, belav bike.

Tê payîn komîte di 20`ê vê mehê de, dest bi kar û xebatên xwe bike û dê 200 litre mazot ji bo her malekê bide.

Di vê derbarê de, Endamê Komîteya Sotemeniyê Macid Ebdî ev tişt anî ziman:”Dê mazotê li şêniyên navçeya Eyn Îsa, gundewarên wê, kampên koçberan û gundên Reqayê yên rizgarkirî, belav bikin”.

Macid Ebdî, destnîşan kir ku wan daxwaz ji sadkob a Rimêlanê kirin ku di vê mehê de hejmara sîtêrên mazotê zêde bike, da ku pêdiviya demsala zivistanê pêk bînin û li tevahî herêmê mazot bê peydakirin.

Derbarê makenîzmeya belavkirina mazotê, Ebdî, diyar kir wê komîte werin avakirin û her komîteyek ji 4 kesan pêk werê.

(rr)

ANHA