Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo bîranîna şehîd Herekol pêşengeha pirtûkan hat vekirin

Dîmen

QAMIŞLO- Desteya Çand û Hunerê ya kantona Cizîrê ji bo bîranîna şehîd Hisên Şawîş (Herekol) 1′emîn pêşengeha pirtûkan a Rojava vekir.QAM-PEŞENGEHA-PİRTUKA ‫(1)‬

Bi dirûşmeya ″Xwendin asoya mirovan fereh dike″ Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê ji bo bîranîna şehîd Hisên Şawêş (Herekol) 1′emîn pêşengeha pirtûkan a Rojava li salona Zana ya bajarê Qamişlo vekir.

Gelek nivîskar, rewşenbîr, şervanên YPJ/YPG′ê, Endamên TEV-DEM′ê û nûnerên Desteya Çand û Hunerê ya bajarê Minbicê tevlî pêşengehê bûn.

Di pêşengehê de pirtûkên Desteya Çand û Huner, pirtûkên Akademiya Civaka Demokratîk, weşanxaneya Şilêr, weşanxaneya Dara, weşanxaneya Henai, Yekîtiya rewşenbîrên kantona Cizîrê, Yekîtiya rewşenbîrên Rojava a Kurdistanê, Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûrya, Yekîtiya Rewşenbîrên kantona Kobanê, Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Efrîn, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Sûriyê, Komela Çand a Suryanî, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrî, HRRK (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê) û gelek kesên nivîskar û rewşenbîrên Rojava, rojname, kovar û pirtûkxaneyên taybet hatin pêkêşkirin.

Di pêşengehê de beşeke taybet ji bo pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pirtûkên jinê hatiye veqetandin.QAM-PEŞENGEHA-PİRTUKA ‫(152764929)‬ ‫‬

Her wiha pirtûkên şehîd Hisên Şawîş, 3 hezar pirtûkên dîrokî û çandî bi zimanên Erebî, Kurdî, Suryanî û Tirkî jî di pêşengehê de hene.

Pêşengeh bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir. Bi navê Desteya Çandê Aram Elî û bi navê TEV-DEM`ê endamê Desteya Rêveber Aldar Xelîl axivîn.

Axavtivanan di destpêka gotinên xwe de xêrhatina beşdarvanan kirin û gotin di vê pêvajoyê de ku li herêmê şer heye, vekirina pêşengehê piştigirî dide şoreşê û bi şoreşa rast pênse kirin.

Di berdewamiya gotinan de wiha hat gotin:ʺ Bê pirtûk, bê fikir û bê lêkolîn ne mumkine ku em behsa şoreşê bikin an jî bêjin ku em nûnertiya şoreşê bikin. Dibe ku şert û mercan li ser me ferz kir ku em girîngiyê bidin parastine, lê bele ev nayê wateya ku em şoreşê bi parastine sînordar bikin. Rastiya şoreşê di avakirina civak û ferdê rast û rewşenbîr de yeʺQAM-PEŞENGEHA-PİRTUKA ‫(152764934)‬ ‫‬

Her wiha dayîka Şehîd Hisên Şawîş Xedîce li ser rêwîtiya şehîd Herekol a şoreşê axivî û got:ʺ Ez şehadeta wî li Rêber APO û hevalên wî pîroz dikimʺ.

Her wiha di pêşengehê de wêneyên 57 cangoriyên teqîna Qamişlo a 27`ê tîrmehê sala 2016`an ku ji aliyê Samir Kalo ve hatine xêzkirin, hatin pêşkêşkirin.

Dê pêşengeh heyanî 25′ê Tîrmehê bidome û her roj semînerek li ser mijarên `Di navbera Jîwar û daxwazê de romana Kurdî, Çima asta xwendinê kêm e, Rola rewşenbîr di şoreşa Rojava de, Rewşenbîr û Rola bîrawerî yan ramîn û têgihîştinên di xweşbîniya şêwekariyê de werin dayîn.

(np)

ANHA