Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo birîndarên êrîşa li dijî Mexmûrê pêwîstiya lezgîn a xwînê heye

NAVENDA NÛÇEYAN – Birîndarên êrîşa dijî Kampa Mexmûrê de rakirin nexweşxaneya Rojava ya li Hewlêrê. Pêwîstiya wan lezgîn bi xwînê heye.

Îro danê êvarê saet di 18:30 de li dijî yekîneya ewlekariyê ya Kampa Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî), hêzên ser bi dewleta Tirk ve êrîşek kirin. Kesên di êrîşê de birîndar bûn rakirin nexweşxaneya Rojava ya li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê.

Birîndar niha di emeliyatê de ne. Bi rengekî lezgîn pêwîstî bi xwîna ji her komê heye.