Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo diyarkirina buhayê madeyan agadarî

Dîmen

TEBQA – Beşê Zabîteyê ya girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê ji bo diyarkirina buhayên madeyên xwarinê, agadariyek derxist da rê li pêşiyar keysbaziyê were girtin.MIHEMED CEMAL

Derbarê vê yekê de, Hevşaredarê bajêr Mihemed Cemal Cercenazî anî ziman ku ev agahdarî hatiye derxistin, da rê li pêşiya keysbaziya bazirganan were girtin û wiha got: ″Eger ku dikandar li gorî vê agahdariyê tev negerin, dê bêne cezakirin. Eger ku ev yek dubare bibe jî, dê dikan were girtin.″

Dema ku agahdarî hat derxistin, gelê herêmê rihet bûn û hêvî kirin ku buhayên  madeyan bêne daxistin, ji ber ku rewşa wan  aborî ne başe.

(mm)

ANHA

TEBQA-REWSA-MILET-DERBARE-KIRINA-TUSRADE ‫(1)‬ ‫‬