Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo diyarkirina rewşa Ocalan li Serêkaniyê konê çalakiyê hate vedan

HESEKÊ- Meclîsa Tenduristî di çarçoveya çalakiyên ji bo diyarkirina rewşa Ocalan de li bajarê Serêkaniyê kon veda. SRK-KONE-PESGIRIE (3)

Roj bi roj çalakiyên ji bo diyarkirina rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bakurê Sûriyê zêde dibin.

Meclîsa Tendirûstî ya Zirganê di vê çarçoveyê de, kon  li bajarê Serêkaniyê veda. Ev kon wê her rojekê li bajarên herêma Cizîrê were vedan.

Tevî bi sedan şêniyan, meclîsên tenduristî yên  herêma Hesekê, endamên saziyên civaka sivîl  beşdarî kon bûn. Endamê Meclîsa Tenduristî ya Bajaroka Zirganê Mihemed Elî axivî û tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û bang li dewletên navnetewî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku rewşa Ocalan were naskirin.SRK-KONE-PESGIRIE (2)

Endamê Rêveberiya Meclîsa Tenduristî ya bajarê Dirbesiyê Hisên Taha jî axivî û da zanîn ku gelê ku li ser fikr û felsefeya Ocalan dimeşe wê tu carî serê xwe netewîne.

Çalakiya kon vedanê bi axaftinan didome.

(sx/kc)

ANHA