Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo Efrîn û Şehbayê wê komseriyeke taybet a hilbijartinê werê avakirin  

ARAS YÛSIV

EFRÎN- Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Fedraliya Bakurê Sûriyeyê Rohilat Arif destnîşan kir ku ew ê ji bo hilbijartinên Herêma Efrîn û Şehbayê komseriyeke hilbijartinê ya taybet bidin avakirin.

Endama Desteya Rêveber a Fedraliyê Rohilat Arif derbare hilbijartinên li Kantona Efrîn û herêmên Şehbayê ku wê werin destpêkirin, ji ajansa me re axivî û got ew ê komseriya hilbijartinê ya Efrîn û Şehba ava bikin.

Rohilat Arif ji mijara hilbijartinên Kantona Efrîn û Şehbayê destbi gotinên xwe kir û wiha got:ʺ Wê ji bo Efrîn û herêma Şehbayê komseriya hilbijartinê ya taybet were avakirinʺ.

Di berdewamiya gotinên Rohilat Arif de hat gotin ku ew ê derbare zagonên rêvebirina herêman û zagonên hilbijartine civîn ji şêniyên herêma Efrîn û Şehbayê lidar bixînin.

Rohilat Arif di nava gotinên xwe de anî ziman ku piştî lîsteya rêveberine ya zagonên hilbijartinê hate erêkirin, ew ê destpê bikin cihê dengdayînê amade bikin û amadekariyên hilbijartinan bikin.

Di dawiya gotinên Rohilat Arif de bang li hemû gelên herêmê hat kirin ku berê xwe bidin sendoqên dengdayînê û got:ʺBakurê Sûriyeyê di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û ji bo gelên herêmê çarenûsa xwe diyar bikin, derfeteke mezin e”.

(np)

ANHA