Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo gihandina mazota zivistanê Karîgeriya Sotemeniyê seferber bûye

KOBANÊ – Karîgeriya Sotemeniyê ya Kobanê ji ber ku di belavkirina mazotê de dereng maye, di xebatên xwe de seferber bûye da ku mazotê li giştî kantonê belav bike.

Karîgeriya Sotemeniyê di 10`ê îlonê de dest bi belavkirina mazota zivistanê li taxên Kobanê kir.KOBANI-BLAVKIRNA-MAZOTI-1-300x200Mekanîzmeya belavkirina mazotê li gorî nasnameyên malbatî ji her malbatakê re 400 lître mazot dihat dayîn. Piştre, Karîgeriya Sotemeniyê miqdara belavkirinê kêm kir û 200 lître li her malbatekê belav kir.

Li gorî Karîgeriya Sotemeniyê malbatên ku 200 lîtir mazot wergirtine, wê baş 200 lîtir mazot careke din li wan belav bikin.

Piştî ku Karîgeriya Sotemeniyê belavkirina mazotê li taxên Kobanê bi dawî kir, dest bi navçe, bajarok û gundewarên kantonê kir. Heta niha mazot li 25 gundên rojhilat û rojavayî bajarê Kobanê hatiye belavkirin.

Bi giştî 4 milyon û 377 hezar û 420 lître li kantonê hatiye belavkirin û belavkirina mazotê didome.

(bx)

ANHA