Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo hevgirtina pêkhateyên herêma El-Şehbaa bang

EFRÎN – Rûspî û Şêxên Herêma El-Şehbaa ji bo avakirina meclîsê Rûspî û Şêxên herêmê banga nîqaş û danûstandinan kir.

Şêx û Rûspiyên herêma El-Şehbaa ku wekî Komîteya Amadekar a Meclîsa Rûspî û Şêxên El-Şehbaa ku dê were avakirin, bi daxuyaniyeke niviskî ji bo avakirina meclîsê banga nîqaşan li pêkhateyên Kurd, Ereb, Turkumen û Çerkes kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Wekî tê zanîn ku  ji berê ve heta roja îro erdê Sûriyeyê cihê şaresataniya mirovahiyê ye, ji Sûriyeyê çanda xêr û biratiyê destpê kiriye û li tevahiya cîhanê belav bûye.

Girîngiya erdîngariya Sûriye ku dergehekî xwezayî di navbera rojhilat û rojava de, her wiha xwezahiya heweyê hişte ku bibe qadeke ji bo tevgera hemû mirovahiyê û navendeke ku hemû çand û şarestaniyên cuda cuda lê were dîtin. Sûriyê bi xwezahî û dewlemindiya aboriya xwe, cudabûna çand û zimanan mûzeyîka rengîn û bedew avakiriye. Ev yek di taybetmediyên dewamkirina parastina hemû gelên ku li ser vê xakê dijîn ji bo wê dide nîşan kirin, di navbera hemû gelên wê de jiyaneke hevbeş li ser bingehê alîkardayîn û biratiyê hatiye avakirin, tu carî dîrok berovajî vê yekê nenivîsandiye, di lêkolînandan de ev tişt hatine eşkerekirin. Hemû nîşanên rastiya erdngeriya Sûriye bi giştî û ya Şeheba nîşan dide.

Herêmên Şehba bi cudahiya erda xwe û dewlemediya aboriya û stratîjîya xwe tê naskirin. Herêma Şehba bi girîng e erda wê ya dikeve Rohilat piştî derbaskirina rêze çiyayê Toros û Amanos  ku weke dergiyê girêdana bi Deriya Spî , heta Xeta Herîr a dîrokî, ku ji herêm û deştên di navbera Çemê Firat li aliyê Rojhilat û Çiyayê Leylûn li Rojava dirêjahiya 100 km û kurbûna 60 km tê nas kirin, bajarên nû  weke Cerablus, Munbic, Îzaz, Tel Rifet ( Beyt Exosî), El-Sefîra û Seman ku numuna herî biçûk di cudahiya demografiya Sûriyê û adrêsa sereke yê şarestaniya rojhilat e. şahidê dîroka vê herêmê ye.

Bê guman , tiracîdiya ku herêm niha tê de jiyan dike ji aliyê hêzên tarî û tunduraw yên bermahiyên fikirê şofonîst û radîkal ve ku ruxandina Suriyê û çanda û şarestaniya wê hedef dige ev yek  ji beriya hezarên salan e jiyana aştiyane ya li ser xaka Suriyê armanc digre ev yek eşkere ber çavan tê xuyakirin. Hêzên komploger bi zihneiyeteke ezezî hermên xiste xeteriyekê ku çerenûsa wê wendaye ne diyar e da ku xêr û bêra hermê bixine xizmeta xwe.

Van hêzan Sûriyê kiriye meydana şerekî bi welkale da ku li gorî berjewendiyên xwe yên teng pêk bîne, dixwazin li hermên çanda necatperest û şerekî danvxweyî di navbera hemû gelên herêmê de derbixin. Ya dawî herêmê perçe bikin û nasnameya wê ya netewî wenda bikin.

Gihiştina Sûriyê û Herêmên Şehba vê asta dîrokî ya bi xeter li ser her yekî welatparêz azad feriz dike  ku bi berpirsyatiyekî exlaq û wecdanî ji bo rizgarkirina welatê xwe û rawestandina xwîna ku tê rijandin tevbigere.

Sedema koçberkirina welatiyan û talankirina mal û milkan, her wiha girtina wan bi rêbazên herî qirêj û hov mînaka wê di dîroka mirovahiyê de nehatiya nîvisandin.

Li ser vê bingehê em bang li tavahî welatiyan dikin ku têkiliyên biratî û baweriyê di navbera civaka Sûriyê de û herêmên Şehba bi tyabet ji nû ve ava bikin, yekîtî  û hevgirtina xwe ji bo avakirina hevgirtineke welatparêzî li dijî  hêzên kujer û şofonîst xurt bikin.

Em weke komeke ji pêkhateyên herêma Şehba ya dîrokî kurd, ereb, turkumen, çerkes di çarçoveya komîteya amadekar a meclîsa ruspiyan û şêxên herêmê piştî nîqaşên berfireh ên navxweyî de  bang li hemû kesên xêrxwaz, kesayetên êşîran, yên fedekar û welatparêz, fermadarên  leşkerên ku ji bo Sûriyeke azad tiştên buha diyar kirine û rewşenbîrên azad dikin ku yekîtiya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku hêzên dagirker  derxistibû xurt bikin  da ku herêm jiyan ji nû ve were geşkirin, spasiya vexwendina we ji avakirina meclîsa ruspî û şîxan dikin.

Ji bo bi destxistina armanên me û xizmeta gel, rawestandina xwîna direje, peydakirina mekanîzmeya diyalogan em hin ji erkên xwe vedibêjin:

1- Vejandina hevgirtina netewî di navbera hemû gelên Sûriyê de bi taybet gelên herêma Şehba bi riya nîqaş û diyalogan.

2- Belavkirina çanda jiyana aştiyane û azad li navbera hemû pêkhate , ol, mezheban yên hermên me.

3- Divê kar û xebatên peydakirina mekanîzmeya nêzîkirina nêrênan hemû pêkhateyan û avakirian planên hevbeş di navbera hemû hêzên aktîv were kirin.

4- Ji bo damezirandina meclîsa zagonsaz bi rêvebertiya rûspiyên eşîran ji çareserkirina nakokiyan bi riya qanûnan divê kar were meşandin.

5- Divê diyalog  bi aliyên leşkerî ji bo rawestandian şerê navxweyî û avakirina cebheyeke yekane were kirin.

6- Divê çanda necatperst di navbera gelên herêmê de were rakirin.”

Meclîsa Rêveberina herêma El-Bab a Efrînê di êlonê de navê meclîsa xwe bi navê Meclîsa Birêveberina herêmên Şehba guhertibû.

(bb)

ANHA