Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo hilbijartinan amadekarî tên kirin

EYN ÎSA – Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bi hevserokên komînan û endamên malên gel ên navçeya Îsa û gundewarên wê re civiya û mekanîzmeya hilbijartinên meclîsên herîmî ku wê di 1`yê  kanûnê de, pêk werin nîqaş kir.EYN-ISA-CIVENEN-JIBO-HILBIJARTINAN (1)

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê, Hevserokê Meclîsa Gel a navçeya Eyn Îsa Umer Ziyab axivî û giringiya hilbijartinan û erkên ku li ser komînan dikevin, rave kir.

Paşê, beşdaran derbarê mekanîzmeya pêkanîna hilbijartinan  pirs kirin û Nûnerê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan Mihemed Mihemed û Umer Ziyab, bersiv dan.ISA EBU EMAR

Li  gorî Komîseriya Bilind a Hilbijartinên a Kantona Girê Spî, wê 40 navendên dengdayînê li navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê, werin vekirin. Di her naveneke dengdayînê de, wê sendoqa gund, sendoqa navçe û sendoqa kantonê, werin dayîn.

(kc)

ANHA