Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo hilbijartinan rêzecivîn têne lidarxisitn

EFRÎN – TEV-DEM û Desteya Rêveber a Fedraliya Bakûrê Sûriyê li Kantona Efrînê ya herêma Efrînê têkidarî xebatên hilbijartinên fedraliyê rêzecivînên ji welatiyan û rûspiyên êlên ereban re lidar xist.

Efrîn

TEV-DEM`ê li Kantona Efrînê civînek ji welatiyên taxa Efrînê ya kevin li ser girîngiya komînan û hilbijartinan lidarxist, civîn li pêşiya navenda komîna şehîd Ferhad û şehîd Egîd a li taxê bi beşdarbûna dehan welatiyan û rûspiyên êlên ereban, pêk hat.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, paşê endamê Rêveberiya TEV-DEM`ê ya Kantona Efrînê Delîl Dicle axivî û li ser rewşa ku Bakûrê Sûriyê têra derbas dibe û taybet bajarê Reqa û destpêkirina hemleya rizgarkirina Dêrizorê axivî.HAISA HISO

Delîl destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê roj bi roj li bajarê Reqayê li pêşiya îradeya şervanên QSD`ê dişke û têk diçe û da zanîn ku bi saya şehîdan bajar tê rizgarkirin. Delîl got ku piştî têkçûna çeteyan li Reqayê, QSD`ê hemleya rizgarkirina gundên bajarê Dêrizorê ji çeteyên DAIŞ`ê, destpêkiriye ev jî tê wateya têkçûna çeteyên DAIŞ`ê li gundên Dêrizorê jî.”

Li aliyekî din, endamê Meclîsa Fedraliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê Welîd Selamê li ser komînan û hilbijartinên li herêma Efrînê wiha got “Fedralî û Komîn yeketiya gelên li Bakûrê Sûriyê ye, piştî hilbijartinên ku wê di 22`ê îlonê de pêk werin, wê komîn bibe bîngeha gel û hemû pirsgirêkên wan çareser bikin.”

Derbarê mijarê de, Kongra Star civînek ji welatiyên taxa Mehmûdiyê bi beşdarbûna dehan welatiyên taxê lidarxist.EFRIN-MEBATA-CEVINA-JE-BO-FIDRALEYE

Civîn bi rêzgirtinê destpêkir, paşê ji aliyê endama rêveberiya Kongra Star Eyişa Hiso û endamê TEV-DEM`ê Cemal Ebdî axeftin hatin kirin.

Axeftvanan destnîşan kirin ku “bîngeha Fedraliyê ji komînê hatiye, ji ber ku komîn mêwa civakê ye, ji bo wê pêwîste ku em girîngiyeke mezin bidin komînê ji ber ku di projeya Fedraliyê de wê komîn hemû pirsgirêkên xizemtguzerî û aborî çareser bike, bang li hemû welatiyan kirin ku ji bo gavên pêwîst pêk bînin ku kartên hilbijartinan bistînin, ev kart jî wê bibe nasnameya kesayetî ji wan re.”

Mabata

Desteya Rêveberiya ya Meclîsa Fedraliya Bakûrê Sûriyê civînek ji bo şîrovekirina hilbijarinên komînan ku wê di 22`ê îlonê de pêk werin, awayê pêkanîna Sîstema Fedraliyê li xeta şehîd Dêrsim li gundê Mîrkan.

Cihê civînê bi alên TEV-DEM`ê, wêneyên şehîdan, rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate xemlandin, di civînê de endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Fedraliya Bakûrê Sûriyê Rohilat Arif û bi dehan welatiyan amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir, paşê gelek axeftin ji aliyê Desteya Rêveber a Meclîsa Fedraliya Bakûrê Sûriyê Rohilat Arif û nûnerê YPG`ê Ebdo Ibrahîm li ser rewşa Siyasî û girîngiya projeya Fedraliyê de wiha gotin “Projeya Fedraliya. Projeya yeketiya gelên herêmê ye û wê sûdên xwe li ser gel û pêkhatiyên Sûriyê hebe.”

Axeftvanan destnîşan kirin ku “wê hilbijartinên hevserokên komînan di 22`ê îlonê de pêk werin, hilbijartinên meclîsên bajarok û navçeya û Kantonan di 3`ê Mijdarê de, hilbijartinên Kongra Gelên Demokratîk di 19`ê çileya 2018`an de pêk werin.”

Axeftvanan bang li welatiyan kirin ku berê xwe bidin sandokên hilbijartinan û bi hemû azadiya xwe nûnerên xwe hilbijêrin, dane zanîn ku serkeftina hilbijartinan tê wateya binkeftina pîlanên dewleta Tirkiyê ye.

Herêma Cindirêsê

TEV-DEM`ê li herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê ya herêmê Efîrnê du civînên ji hev cûda ji welatiyên herêma Cindirêsê ji pêkhateya Kurd û Ereb re li darxist, cihê civînê bi wênayên şehîdan û pankarêtên li ser nîvsa “Komîna dendika Civaka Demokratîke” nîvîsandibûn.

Civîna yekemîn li dibistana şehîd Îsa li navenda herêmê bi beşdarbûna dehan welatiyan hate lidarxistin, axeftin ji aliyê endamê dîwana Meclîsa Zagonsaz li Kantona Efrînê Mela Reşîd, endama rêveberiya Partiya Yeketiya Demokratîk Kurd li Sûriyê (Yeketî) Zelûx Cimû, hatin kirin.

Civîna duyemîn li qada Mesra navenda herêmê bi beşdariya sedan welatiyan hate lidarxistin, paşê axeftin ji aliyê endamê rêveberiya Meclîsa TEV-DEM`ê li Kantona Efrînê Xebat Mihemed û berdevkê ragihandina Partiya Yeketî Sibhî Iskender û endamê Koalisyona Niştîmanî Demokratîk Sûriyê Ebdilrehman Mirşid, hatin kirin.

Di hemû axeftinan de wiha gotin “komîn dendika herî çûk di civakê de ye, komîn ji bo jinûva jiyana civaka gel xwaza bibe, hate avakirin, ji bo wê divê ku gelê Bakûrê Sûriyê beşdarî hilbijartinan bibe û herkes biçe sandokên hilbijartinan ji bo ku em projeya serkeftî ji cîhanê re îsbat bikin.”

Herêma Raco

TEV-DEM`ê li gundê Meydan Ikbis civînek bi beşdarbûna Hevseroka Meclîsa Zagonsaz li Kantona Efrînê û Hevserokê Rêveberiya Xweser li Kantona Efrînê Osman Şêx Îsa û bi dehan welatiyên gundê xeta Meydan Ikbis li qada Meydan Ikbis, lidarxist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir, paşê Hevseroka Meclîsa Zagonsaz û endama Desteya Rêveber a Fedraliya Bakûrê Sûriyê Hêvîn Reşîd wiha gotin “divê ku em bi hemû hêza xwe ya mejî beşdarî hilbijartinan bibin ku em bighêjin hilbijartinên demokrarîk.”

Bilbilê

Desteya Rêveberiya ya Meclîsa Fedraliya Bakûrê Sûriyê ya herêma Efrînê û bi hevkariya TEV-DEM`ê li navçeya Bilbilê ya girêdayî herêma Raco civînek ji welatiyan ji bo şîrovekirina girîngiya hilbijartinan, lidarxist.

Di civînê de bi sedan welatiyên navçeya Bilbilê, endamên Saziyên Sivîl, nûnerên TEV-DEM`ê û Kongra Star li navçeyê amade bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir, paşê endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Fedraliya Bakûrê Sûriyê Merwan Hemo li ser komployên ku li dijî projeya Fedraliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê bi rêka êrîş û binpêkirinên mafên gelan li herêmê li ser destê Partiya AKP`ê ku dixweze hilbijartinan vala derbixîne, nirxand.”MERWAN HEMO

Hemo li ser girîngiya hilbijartinên ku wê di 22`ê îlonê de pêk werin ku pêngava yekemîn ji bo pêkanîna Fedraliyê ye, da zanîn ku komîn kevirê bîngehîn a Fedraliyê ye.”

Di dawiya civînê de Merwan Hemo bang li welatiyan kirin ku berê xwe bidin sandokên hilbijartinên ku wê di 22`ê îlonê de pêk werin.”

(jo)

ANHA