Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo hilbijartinan şahî hate lidarxistin

KOBANÊ –Şêniyên gundê Tilbenat ê girêdayî Herêma Sirîn a Kantona Kobanê ya herêma Firatê bi nêzîkbûna dema hilbijartinan re şahî lidar xistin.KOBANI-SAHI ‫(153420289)‬ ‫‬

Bi dehan şêniyên herêma Sirînê ya girêdayî Kantona Kobanê ya herêma Firat li gundê Tilbenat bi nêzîkbûna dema hilbijartinan, şahiyek lidar xistin.

Li seranserî Kantona Kobanê bi nêzîkbûna dema hilbijartinan re çalakiyên mîna civîn û pîorzbahiyên ku TEV-DEM`ê rêxistin dike têne lidarxistin.

Endamên Meclîsa bajaroka Sirînê, TEV-DEM, saziyên civaka sivîl ên Sirînê tevlî şahiya pîrozbahiya ku ji bo hilbijartinan hatine lidarxistin,bûn.KOBANI-SAHI ‫(1)‬

Şahî bi rêzgirtin destpê kir, paşê Rêveberê Meclîsa TEV-DEM`ê Abdullrehman Demir axivî û got ku pêwîste hemû gelê herêmê tevlî hilbijartinên komînan bibin û dengê xwe  bidin kesên ku xizmeta civakê bikin.

Abdullrehman Demir da zaîn ku komîn li ser esasî her kes xwe bi xwe bi rêve bibe û biriyarên xwe bigrin, têne avakirin.

Demir di dawiya axaftina xwe de got ku şêniyên Bakurê Sûriyê dîrokê dinivîsinin û destnîşan kir ku hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê ber bi dawiyê ve diçe, wê hemleya rizgarkirina gundên Rojava û Bakurê Dêrzorê destpê bike û amadekarî ji hilbijartinan re tên kirin.KOBANI-SAHI ‫(1)‬ ‫‬

Paşê Koma Şano ya girêdayî meclîsa TEV-DEM`ê ya Herêma Sirînê li ser girîngiya komînan û rola wê di civakê de şanoyek pêşkêş kirin.

Pîrozbahî bi xelekên dîlanan û stranên filklorî bi dawî bû.

(bx)

ANHA