Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo hilbijartinan şahî û civîn têne lidarxistin

KOBANÊ –TEV-DEMʹê beriya lidarxistina hilbijartinan şahî û civînan ji welatiyanre lidar dixe. Di civînan de girîngiya hilbijartinan ji welatiyan re tê gotin.KOB-SAHIYEN-U-CIVINEN-KOMINAN (5)

Beriya ku hilbijartinên fedraliyê ku dê di 22ʹê êlonê de bi hilbijartinên hevserokên komînan despê bike, TEV-DEMʹê li katnona Kobanê dest bi lidarxistina civîn û şahiyan kir. Di vê çarçoveyê de li taxêa Şehîd Ebdo û Taxa Botan 2 şahiyên cûda hatin lidarxistin. Bi dehan welatî beşdarî şahiyan bûn. Hêzên Asayîşê û HPC jî parstina herdû şahiyan kir.

Li taxa Şehîd Ebdo pankartek  bi nivîsa ʺBijî Fedraliya Bakurê Sûriyê,bi hev re em di welatekî azad de jiyan bikinʺ hatibû dalqandin. Bi dehan ciwan kombûn û xelekên govendê gerandin. BI dehan ciwan li wir kom bûn  şahî gerandin. Paşê navê 27 namzetên 6 komînan hate xwendin. Bernamzetan jî xwe bi welatiyan dane nasîn.

Di şahiyê de Endama Komîteya Hilbijartinan a Kobanê Felek Yûsif got ku şahiya Kobaniyan di encama berxwedana hezaran şehîdên ji herêmê pêk hatiye. Hin namzetanjî axaftin kirin û soz dan ku dê erka xwe baş pêk bînin û sîstema di nava komînê de li ser esasê exlaqî pêk bîne.KOB-SAHIYEN-U-CIVINEN-KOMINAN (1)

Li taxên Şehîd Yihya û taxa Şehîd Serhed jî TEV-DEMʹê 2 civînên cûda lidar xistin. Di civînan de hilbijartin û pêkanîna wê hate pênasekirin, her wiha gavên di demên pêş de ji beşdaran re hate şîrovekirin.

Civînek li Mzigefta Şêx Sehin a taxa Şehîd Yihya ya li rojavayê Kobanê hate lidarxistin. Hevseroka TEV-DEMʹê ya Kantona Kobanê Eyşê Efendî, Endamê Rêveber ê TEV-DEMʹê Malik Mîtan jî di nav de bi dehan welatî beşdaîr civînê bûn. Asayîşê û hêzên HPCʹê jî parstina civînê dikirin.

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Eyşê Efendî axivî û bal kişand ser xebatên hilbijartinan û got ku wê hilbijartin di xizmeta welatiyên herêmê de be. Di berdewama civînêd e Endamê Rêveber ê TEV-DEMʹê Malik Mîtan axivî û got ku armanca ji hilbijartin ew ku ji cîhanê re were isbatkirin ku gelê herêmê dikare rêveberiya xwe bike û parstina sîstema xwe ya rêveberiyê bike.

Tê payîn ku civîn û şahî li taxên din jî werin lidarxistin.

(bx)

ANHA