Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo kesên xizan û koçber dermanxane vebûye

Dîmen

HÊVÎDAR HERANÎ

GIRÊ SIPÎ – Li navçeya Eyn Îsa cara yekê ji bo koçberan, malbatên şehîdan û kesên xizan dermanxaneyeke taybet hate vekirin.

Ev dermanxane bi serperîştiya Meclîsa Sivîl a Reqayê di 15’ê kanûna 2017’an de hate vekirin. Dermanxane ji saet 08.00’an heta 15.00’an vekirî dimîne û ji bo kesên koçber, xizan û malbatên şehîdan derman bi buhayekî kêm tê dayîn.

Reşad Ebdulqadir ku karûbarên dermanxaneyê bi rêve dibe got “Li vê herêmê gelek kesên xizan û koçber hene. Me ev dermanxane vekir ku em bikaribin bi wan re bibin alîkar.”

Derman û pêdiviyên tunduristî yên vê dermanxaneyê ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê tên pêşkêşkirin.

(he)

ANHA