Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo Kongreya Jinên Kurdistanê civîn têne lidarxistin

 AMÛDÊ – Li navçeya Amûdê ya girêdayî Kantona Qamişlo Komîteya Amadekar a Kongreya Jinên Kurdistanê û Kongreya Star civînek lidar xistin û tê de nerîn û pêşiniyarên derbarê lidarxisitna Kongreya Jinên Kurdistanê nîqaş kirin.AMUDE-CIVINA-JINE ‫(166593025)‬ ‫‬

Civîn li navenda Çand û Hunerê ya Hûrî ya li bajarê Amûdê bi tevlîbûna Rêvebera Kongreya Star a Kantona Cizîrê Welîda Bûtî, şandeyek ji Kongreya Star û bi dehan jinên navçeyê hate lidarxistin.

Civîn bi rêzgirtin destpê kir. Paşê Welîda Bûtî axivî û destnîşan kir ku ji bo bighêjin nerîn û pêşiniyarên hevbeş jin li Amedê, Hewlêrê û Rojava civînên xwe lidar dixin.

Welîda Botî got:”Ji ber ku jinan gelek pêşketin li Bakurê Sûriyê û Rojava bi taybet û ji bo ku xewna Kurdan di yekîtiyê de pêk were, gereke jin bi îrade û wekhevî bixebite.

Welîda di berdewama axaftina xwe de behsa xebatên jinan ên di hemû aliyên jiyanî de kir û wiha dom kir: ʺJinan di qadên siyasî, leşkerî,dîplomsî, civakî û herwekî din de gelek gav avêtine. Niha di çeperên şerê li dijî DAIŞʹê de gavên herî mezin jin davêjin. Jinê êdî xwedî îradeyeke xurte û dikare di hemû cihan de pêşengtiyê bike û civakê ber bi azadiyê ve bibe.ʺAMUDE-CIVINA-JINE ‫(166593028)‬ ‫‬

Welîda Bûtî her wiha da zanîn ku dem hatiye ku gelê kurd Kongreya Netewî û Kongrea JInên Kurdistanê lidar bixin û tekez kir ku di vê çaroveyê de kar û xebat têne meşdandin.

Di berdewama civînê de deriyiê pêşiniyar û nerînan ji bo kongreyê hat vekirin û nîqaş li ser hemû pêşniyar û nerînan hatin kirin.

Li seranserî herêma Cizîrê civînên di vê çarçoveyê de dê werin lidarxistin.

(bx)

ANHA