Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo kontrolkirina Telaferê amadekariya operasyonê qediya

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo kontrolkirina Telaferê, ku Kurd, Ereb û Tirkmen lê dijîn, amadekariya operasyonê qediya.

Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand, ji bo kontrolkirina navçeya Telaferê ya ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye dagirkirin, amadekariyên operasyonê qediyane.

Wezareta Parastinê da zanîn, ku milîsên Heşdî Şebî jî wê tevlî operasyona Telaferê bibin û ragihand, hêzên hewayî yên Iraqê jî wê destekê bidin operasyonê.

Milîsên Heşdî Şebî roja 3’ê Tebaxê ragihandibû ku wan dest bi operasyona paqijkirina gundên li dora navçeya Telaferê kirine.

Mezintirîn navçeya Mûsilê Telaferê, ku nifûsa wê ji Kurdên Êzidî, Ereb û Tirkmenên Şîa û Sûnî pêk tê, 16’ê Hezîran 2016’an ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû dagirkirin.

(kc)