Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo mamosteyan semînera 25’ê Mijdarê

MINBIC – Meclîsa Jinan a Minbicê ji bo roja 25’ê Mijdarê bi dehan mamosteyên jin ên zimanê Kurdî yên Minbicê anîn cem hev û semînerek pêşkêşî wan kir.MINBEG-SEMINER JI-BO-MAMUSTA (2)

Meclîsa Jin û bi hevkariya Navenda Perwerdehî ji bo roja tekoşîna li hemberî tundiya li ser jinê li bajarê Minbicê semînerek lidar xist. Bi dehan mamosteyên zimanê Kurdî tevlî semînerê bûn.

Semîner bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama Buroya Têkiliyên Dîplomatîk a Meclîsa Jin Hena Şerîf li ser tundiyê axivî û çîroka hersê xuşkan “Mirbal” vegot.

Hena di axaftina wiha anî ziman ku heyanî roja îroyîn jî tundî li ser gelek jinan tê meşandin.

Paşê endama Meclîsa Jin Ibtîsam Abdulqadir bang li hemû jinan kir ku xwedî kesayeteke xurt bin û xwe biparêzin, her wiha tevlî hemû çalakiyan bibin.

(bx)

ANHA

MINBEG-SEMINER JI-BO-MAMUSTA (4) MINBEG-SEMINER JI-BO-MAMUSTA (1)