Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo mewsima zeytûnan biryar hatin girtin

NARÎN EMÎN-FERÎDE IBRRHÎM

EFRÎN – Li katona Efrînê bi nêzîkbûna mewsimê berhevkirina zeytûnan re, Desteya Bazirganî û Aborî ya katnonê rêzebiryar derxistin. 

Desteya Aborî û bazirganiyê ya kantona Efrînê bi hevkariya Komîna yekîtiya Karkeran a girêdayî Desteya Çandiniyê, derbarê nîqaşkirina mewsimê zeytûnan bi xwediyên kargehên givaştina zeytûnan, kargehên sabûn, bêrîn û yekîtiya cotkaran re rêzecivîn lidar xist. Di civînan de xebatên diyarkirina sîstema kar û pêkanîna hevsengeyekê di navbera hemû saziyên têkildarî mijarê re pêk were.

Ev rêzecivîn di dema ku cotkarên Efrînê xwe ji bo berhevkirina zeytûnan re amade dikin pêk hatiye. Cotkaran nav daran rast kirin, her wiha tenekeyên xwe amade kirine.

Di civîna ku derbarê mijarê de hate lidarxistin de biyar hate dayîn ku kar û xebatên kargehên givaştina zeytûnan û kargehên sabûnê were rêxistinkirin. Biryarên hatine destnîşankirin bi armanca derbaskirina prisgêrkên berê pêk hatin, her wiha ji bo diyarkirin buhayê bêrînê û sabûnê jî pêk het. Di heman demê de ji bo ji derveyî kantonê neyê derxistin.

Kargehên givaştina zeytûnan

Desteya Bazirganî û Aborî destnîşan kir ku kargehên givaştina zeyûtnan dê di 15’ê cotmehê de dest bi kar bikin. Di xalên biryarê de hate gotin ku dema diyar bû ku kesek ne lig orî rastiyê kar bike û avê zêde bike, an jî qirêj di nav bêrîna tê şandin de hebe, dê ji sedî 30 ji bêrîna wî were kêmkirin. Heger ev binpêkirin 2 caran dubare bû, wê kêmkirin bibe 60 ji sdî û dema bû cara sêyemîn dê ew kargeh di mewsima duyemîn de were rawestandin.

Dema diyar bû ku rêjeya zeytê zêdeyî 5 ji sedî di nava bêrînê de ye, ev jî li gorî komîteya taybet pêk tê, dê cezaya pereyan li ser her tenekek zêt 100 lîreyên Sûriyê were girtin.

Heger isbat bû ku cihekî depokirinê ya bi dizî hebe, wê demê wê cezaya malî li ser her tenekeyekê were kirin û ji her tenekyetkê re wê 250lîreyên Sûriyê ceza were girtin. Çi pirsgirêkek ji aliyê xwediyê kargehê ve pêk were dê li ser were kirin, dê 25 teneke zêt ji komîna kargehên givaştina zeytûnan re were veqetandin.

Heger di kargehê de pirsgirk derket û di nava 72 saetan de ne hate temîrkirin,wê cotkar were agahdarkirin ku zeytûna girêdayî wî werbigre. Xwediyê kargehê dê berpirsyariya hemû erkên dikev ser milê wan rabike.Ji her 23 tenekeyan re wê tenekak zêt ji kargehê re be. Xwediyê kargehê wê turan bide cotkaran,  metbexe kargehê ji 3 caran xwarin re vekiriye.EFRIN-BERYA-JI-BO-MOSEMA-ZETON (2)

Heqdestê  kargehên navenda givaştina zeytûnan bi 3hezar û 500 lîreyên Sûriyê ji 12 saet kar e. an jî li gorî peymana di navbera xwediyên kargehêû karkeran de ye.

Buhayê bêrîê ji kargehan re jî wekî 42 dolar ji her tonekî re hate diyarkirin,Heger xwediyên kargehê li gorî vê biryarê tevnegerin wê lêpirsîn derbarê wê de pêk were.

Kargehên givaşitna zeytûnan (Mesre) mecbûrin ku gotlên derkistina avê (Civt) pêk bînin û e wav nabe bi awayekî bê ser û ber li ser riyan were berdan. Dê numareyek telefonê ya desteya Bazirganî û Aborî were diyarkirin ji bo giliyê welatiyan.

Kargeha Bêrînê

Derbarê kargehên Bêrînê jî biyara bi numareya /17/hate wergirtin. Li gorî wan biryaran kesên li gorî buhayê ku ji aliyê desteya bazirganî û aboriyê tê destnîşankirin tevnegerin, dê cezaya malî li ser wan were ferizkirin. Ew ceza jî wekî 15 milyon lîreyên Sûriyê li ser wan were ferizkirin, her wiha dê ji kar were mehrûmkirin.

Buhayê her lîtrek zeyeta metraf (Zeyta ku ji bo sabûnê tê bikaranîn) ku ji aliyê kargeha bêrînê tê diyarkirin, ji her lîtreykê re dolarek tê destnîşankirin,ev buha ji bo xwediyên kargehên sabûnê base.EHNED CELUSI

Dema ku lîsteok di mêzên de ji aliyê xwediyê Kargeha Bêrînê tê pêk were, dê cezaya malî bi 5 mîlyonên SÛriyê li wan were birîn. Heger cûreya zeta mitraf ne base bû û xwediyên karehê gilî kir, wê demê dê 20 ji sedî ji zeytê were qutkirin, wê demê rêjeya tê qutkirin wê bibe ayîdî Desteya Bazirganî û aboriyê ye, her wiha dê para xwediyê sabûna hatiye xirakirin jî dê pêk were.

Di heman demê de xwediyê kargehê de zeyta metraf ku di peymanê de li ser lihevkirine peyda neyîne, wê demê ew mecbûre di demê de pêk bîne. Mesrefa wê jî xwediyê kargehê digire ser xwe.

Kargeha Sabûnê

Desteya Bazirganî û Aborî yderbarê wê de jî biryara bi hejmara /18/ destnîşan kir, di nava biryaran de jî xalên ku dê kargeha sabûnê çawa kar bike hene.  Dema berhemên kargehê cureyên hatine diyarkirin û muhra kargehê li ser nîn be, wê demê xwediyê kargehê bi miqdarê 50 hezar lîreyên Sûriyê tê ceazkirin, ev ceza ji her toneke sabûn  re ye. Hewiha dê madeya ku binpêkirin li ser hatiye kirin, dê were destserkirin.

Cîgirê Serokê Desteya Aborî û Bazirganiyê ya Kantona Efrînê Ehmed Celûsî Zada diyar kir ku dê komîteyên taybet ji bo li ser kar û xebatên meşandina mewsima zeytûnan rawestin, endamên komîteyê ji Desteya Bazirganî û Aborî, Rêveberiya Hawîrdorî û Meclîsa Tenduristiyê pêk tê û got ku komîteyên wan dê rojane di nava geran de bin da ku pêkanîna qanûnan bişpînin.

Ehmed di dawiya axafitna xwe de bang li hemû kesên têkildarî kir ku li gorî qanûnan tevbigerin.

(dc)

ANHA