Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo Ocalan HPC’ê dakete qadan

EFRÎN – Hêzên Parastina Civakî (HPC) a Kantona Efrînê ji bo diyarkirina rewşa tenduristiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîda ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye girankirin xwepêşandanek organîze kir.EFRIN-MES-JI-BO-SEROK-APO (9)

Bi sedan ji endamên HPC û HPC-Jin milên xwe dane hev û ji Çerxeriya Newroz a bajarê Efrînê dest bi xwepêşandana xwe kirin.

Xwepêşandaran posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên HPC û HPC-Jin hilgirtin û pankartên bi nivîsên şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan, bilind hildan.

Xwepêşandan li pêşiya Qada Şehîdan, veguherî mitîngê û beşdaran bi yek dengê durişmeya ” Bêyî serok jiyan nabe” avêtin.EFRIN-MES-JI-BO-SEROK-APO (6)

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Endamê Rêveberiya HPC’ê ya Kantona Efrînê Dijwar Mêrdînî, axivî û tecrîda li ser Ocalan şermezar kir.

Mêrdînî daxwaz ji aliyên navnetewî yên têkildar kir ku fişarê bidin ser hikûmeta Tikiyeyê da ku di zûtirîn dem de ewlehî û tenduristiya Ocalan were diyarkirin.

Mêrîdî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Eger tiştek bi rêberê me were, wê tabûta Tirkiyeyê were amadekirin.”

(rr/he)

ANHA