Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo pêşwazîkirina 8‘ê Adarê kolanên  Efrînê  tên xemlandin

EFRÎN – Komîteya Amadekar a Çalakiyên 8‘ê Adarê ya Kantona Efrînê, dest bi xemlandina Kantona Efrînê bi rengê jinê kir.EFRIN-MABETA-XEMLANDINA-NAFCEYE-BI-WENE-JIN (1)

Endamên Kongreya Star û Buroya Jin  a Şaredariya Gel a Kantona Efrîn di çarçoveya amadekariyên 8‘ê Adarê de, dest bi xemlandina kolanên sereke yên navçeya Mabata kirin.

Alên bi rengên kesk, sor, zer, ala Kongreya Star û pankartên bi nivîsên “Em 8‘ê Adarê pîroz dikin” deriyê ketina navçeyê û kolanên sereke hatin daliqandin.

Derbarê mijarê de, Endama Komîteya Amadekar Leyla Îbiş 8‘ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û bang li jinan kir ku beşdarî çalakiyên 8‘ Adarê bibin.

Dê sibe navçeya Cindirêsê û navneda bajar werin xemilandin.

(bb)

ANHA

EFRIN-MABETA-XEMLANDINA-NAFCEYE-BI-WENE-JIN (2) EFRIN-MABETA-XEMLANDINA-NAFCEYE-BI-WENE-JIN (4) LEYILA EYIBIS