Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo pêşxistin û teşwîqa hunerê pêşengeha hate lidarxistin

HESEKÊ – Yeketiya Rewşenbîrên kantona Hesekê ya herêma Cizîrê bi armanca teşwîqkirin û pêşxistina karê hunerî pêşengehek vekir. Pêşengeh li navena Çand û Hunerê ya Xabûr hate vekirin.

Di pêşengehê 40 tabloyên ku bi rengên cûda ji aliyê hinermend Ekrem Bekir ve hatine xêzkirin, hatin pêşkêşkirin. Azaftina vekirina pêşengehê ji aliyê Endamê Rêveber ê Yekîtiya Rewşenbîran Ebdulxenî Oso ve hatqe kirin. Piştî axaftina vekirinê beşdaran li nava tabloyan geriyan.

Şêwekar û hunermend Ekrem Bekir têkildarî pêşengehê ji ANHAʹyê re axivî û got ku tevî hemû zehmetiyên jiyanî û kêmbûna derfetan jî dê karê xwe bidomînin û hunerê pêş bixin.

Şêwekar Ekrem Bekir spasiya Yeketiya Rewşenbîrên Hesekê û navenda Çand û Hûnerê ya Xabûr ku jê re pêşengeh vekir kir.

Pêşengeh wê 2 rojan dewam bike.

(jo)

ANHA