Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo pêşxistina bazirganiyê plan têne danîn

TEBQA – Meclîsa Sivîl a Tebqayê hewl dide di hemû qadan de civakê birêxistin bike û planên pêşxistina bazirganiyê danîne pêşiya xwe.TIBQA-AMEDAKARIN JI PO KAR (2)

Di vê çarçoveyê de, bazirganiya hundirîn a bajar jî tê rêxistinkirin. Ev yek welatiyan ji keysbaziyê diparêze. Bi armanca vê yekê Desteya Aborî, odeya bazirganiyê ava kir da bajarê Tebqayê di warê bazirganiya hundirîn û ya derve de pêş bixe.

Derbarê mijarê de Endamê Rêveberiya Komîteya Bazirganiyê ya girêdayî Meclîsa Sivîl a Tebqayê Ehmed Feyad diyar kir ku di rojên pêş de wê odeya bazirganiyê û şaxên wê dest bi xebatê bikin, buhayên madeyan kontrol bikin û welatiyan ji keysbaziyê biparêzin.EHMID FEIAT

Desteya Aborî jî gelek projeyên geşkirina aboriya herêmê danîne pêşiya xwe.

(mm)

ANHA