Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo pêşxistina xebatên TEV-ÇAND‘ê biryar hatin standin

GIRKÊ LEGÊ – Yekemîn Konferansa TEV-ÇAND`ê ya Kantona Cizîrê bi standina biryaran û hilbijartina Desteya Rêveber a tevgerê bi dawî bû.GIRKE-DAWIBUNA-KONFERANSA-CAND-HUNER (1)

Yekemîn Kongferansa Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê duh bi beşdarbûna 400 delegeyan, li Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran dest pê kir.

Di konferansê de da nûnerên Meclîsa Federaliya Bakûrê, Hevserokatiya Kantona Cizîrê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, TEV-DEM û nûnerên partiyên siyasî û rêxisitnên sivîl amade bûn.

Di konferansê de axaftin hatin kirin, rapora kar û xebatên Tevgera Çand û Hunerê û rêzikname hatin xwendin û nirxandin derbarê wê de hatin kirin.GIRKE-DAWIBUNA-KONFERANSA-CAND-HUNER (3)

Ji bo pêşxistina xebatê biryar hatin standin, hin ji wan ev in:

-Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bingeha hemû çalakiyên Tevgera Çand û Hunerê ye.

-Tevgera Çand û Hunerê ji parastina nirxên şoreşê têdikoşe û hemû çalakiyên xwe li ser vî esasî bide bi rêxistinkirin.

-Tevgera Çand û Hunerê bi armanca xurtkirina girêdana bi xaka welat ve dê çalakiyên çandî û hunerî bide pêşxistin.GIRKE-DAWIBUNA-KONFERANSA-CAND-HUNER (5)

-Tevgera Çand û Hunerê dê arşîfa şehîdên çand û hunerê amade bike û berhemên wêjeyî werger bike.

-Ji bo parastina ekolojiya û paqijiyê dê projeyên hunerî bêne pêşxistin.

-Xurtkirina rola akademiya Şehîd Welat û vekirina 6 dewreyên perwerdê li Akademiya Şehîd Welat.

-Birêxistinkirina dewreyên heftane li hemû navendên çand û huernê.GIRKE-DAWIBUNA-KONFERANSA-CAND-HUNER (4)

-Derxistina kovara çand û hunerê ya Viyan a demsalî.

-Xurtkirina çalakiyên sînema û derhênerkirina film, rêzefilm, filmên documenter û filmên karton.

-Aktîvkirina rola sînema di herêmê de.

-Pêkanîna konferansa Yekîtiya Hunermendan.

-Vekirina dibistanên mûzîkê.

-Birêxistinkirina mihrîcanên çand û hunerê û mihrîcanên dîlan, şano û hunerên zarokan.

-Dê xebat ji bo derxistina albumên stranan li Kantona Cizîrê pêk werin.

Di dawiya konferansê de meclîsa rêveber a Tevgera Çand û Hunerê ya Kontona Cizîrê hate avakirin û 42 endam hatin hilbijartin.

(bb)

ANHA