Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo piştgiriya hilbijartinan şevbuhêrka helbestê hate lidarxistin

GIRKÊ LEGÊ – Komîteya Têkliyên Dîplomasî ya TEV-DEM`ê bi armanca piştgiriya xebatên hilbijartinan şevbuhêrka helbestê lidar xist.

Şevbuhêrka helbestê bi diruşmeya ʺBeşdarbûna te di hilbijartinên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê de erkekî exlaqî, niştimanî û dilsoziya bi xwîna şehîdan re yeʺ li gundê Rimêla Paşa ya navçeya Girkê Legê hate lidarxistin.

Hejmarek rûspiyên êlên ereb û nûnerên saziyên civaka sivîl, hevserokên Komîteya Têkliyên Giştî ya TEV-DEM`ê Ebdulselam Ehmed û Eyhan Murad û Endamê Komîteya Rêveber a TEV-DEM`ê Bedran Çiya, beşdar bûn.

Şevbuhêrk bi deqeyeke rêzgirtinê dest pêkir. Paşê Hevserokê Komîteya Têkliyên Dîplomasî Ebdulselam Ehmed li ser geşedanên dawî yên Sûriyê, Hemleya Rizgarkirina Reqayê û Pêngava Bagera Cizîrê û projeya Fedraliyê axivî û diyar kir ku beşdariya çalak a gelên herêmê di hilbijartinan de ji bo xurtkirina projeya Federaliyê, girînge.

Endamê Komîteya Rêveber a TEV-DEM`ê Bedran Çiya jî axivî û wiha got: ʺEm li pêşberî destkeftiyên dîrokî ne, Tiştê ku me îro li Bakurê Sûriyê bi dest xistiye, bi kedên hemû gelan û yekbûna wan li hemberî terorê bû, îro em gihiştine astên dîrokî, ev destkeftiyên hatine pêkanîn bi saya Felsefeya Rêber Apo ye, ku ji bo me rêbazek hatiye xêzkirin û ji destpêka şoreşê ve me girtiye dest.ʺ

Çiya di axaftina xwe de her wiha da xuyakirin ku hilbijartinên komînan wek pêngava bingehîn a xurtkirina projeya Fedraliyê tê hesabkirin û bang li hemû gelan kir bi awayekî çalak tevî xebatên hilbijartinan bibin.

Şevbuhêrk bi komek helbestên gelerî ku hatin pêşêkêşkirin bi dawî bû.

(rr)

ANHA