Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo piştgiriya hilbijartinan strana “RABIN EM HERIN KOMÎNA” hate çêkirin

DÊRIK – Koma Cûdî a herêma Dêrikê ji bo piştgiriya hilbijartinên  komînan, stranek bi navê “RABIN EM HERIN KOMÎNA”, çêkir.

Di çarçoveya piştgiriya projeya federaliyê û teşwîqkirina gel ji bo hilbijartinên komînan, Koma Cûdî ya Navenda Çand û Hunerê ya herêma Dêrikê, strana “RABIN EM HERIN KOMÎNA” bi dîmen, çêkir.  XALID ALALI

Awazên  stranê  yên çanda kevnar a mûzîka kurdî ye û gotinên stranê jî yên endamên komê bi xwe ne.

Tê payîn ku di rojên pêş de, stran li ser ekranên televizyonan werê weşandin.

(mh/kc)

ANHA