Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo rastiya azadiya jin û civakê nas bikin û pêk bînin

KOBANÊ – Dewreya perwerdeya ramyarî ya bi navê “Şehîd Zozan Mehmûd” ku ji aliyê Akademiya Star a bajarê Kobanê ve hatibû destpêkirin piştî 15 rojan, bi dawî bû.

Di vê dewreya hanê de 20 jin ji saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk û saziyên civaka sivîl tevlî bûn. Di 15 rojên dewreyê de, waneyên derbarê girîngiya perwerdeyê, hevjiyana azad, jineoloiya, dadmendiya civakî, Netewa Demokratîk, şerê taybet, çand û exlaq, rêziknameya Kongreya Star, jin û tenduristî û parastina rewa, hatin dayîn.

KOB-DAWYKERNA PERWEDAYA EKADMIYA STAR (1) KOB-DAWYKERNA PERWEDAYA EKADMIYA STAR (2)

Ji bidawîkirina dewreyê merasîmek hate lidarxistin. Ji berpirsên akademiyê Aljîn Firat di merasîmê de axaftinek pêşkêş kir û got: “Em ji we hêvî dikin ku tişta di perwerdeyê de nas kirin, di jiyanê de pêk bînin û kesên derdora xwe di nava civakê de fêr bikin.”

Piştre ji kesên tevlî perwerdeyê bûne, Bêrîvan Xelîl jî axivî û ev tişt anî ziman: “Ji bo em rastiya jin, civak û azadiyê nas bikin, em tevlî dewreyê bûn. Me derbarê rastiya têkoşîna rêber Apo ya ji bo azadiya jinê, dadmendî û wekheviya civak û jiyana azad a demokratîk de ders stand.”

(he)

ANHA