Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo rewşa Sûriyê dibe ku civîna sê alî bê lidarxistin

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Derve ya Rûsya raghandin, dibe ku Mosko, Waşonton û NY civîneke sê alî derbarê Sûriyê de di hefteya pêş de li Cenevê li dar bixin.

Li gorî ajansa Novost a Rûsya, Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov got: “Li gorî pîlnsaziyê dibe ku Rûsya, Emerîkiya û NY de civînekê li dar bixin. Em li benda tekezkirina wê ji aliyê Emerkî ve ne.ʺ

Bogdanov her wiha destnîşan kir ku ev civîn di çarçoveya nirxandina rewşa Sûriyê di hemû aliyan de wê pêk were û wiha dom kir: “Li gorî min wê ev hevdîtin  di çarçoveyeke baş de ji bo nirxandina hemû dozan, danûstandinên Cinevê de û zelalkirina helwestên aliyê derve, pêk were.ʺ

Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Mikhail Bogdanov tekez  kir ku dibe ew mijara lidarxistina civîna wezîran ji bo piştgiriya Sûriyê binirxînin û ev yek jî li ser Mosko, Waşonton û NY dikeve.

(kc)