Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo şehîdê Berxwedana Serdemê merasîm hate lidarxistin

HESEKÊ – Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya  Dirbasiyê ji şervanê YPG`ê Sîpan Osman ku di Berxwedana Serdemê de şehîd  bibû, merasîm lidar xist.

Merasîma sersaxiyê yê şervanê YPG`ê Sîpan Osman (Şefger Dirbasiyê) li gundî wî El-Qenter ê girêdayî navçeya Dirbasiyê ya kantona Hesekê bi amadebûna bi dehan şêniyan û şervanên YPG`ê hate lidarxistin.

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û Asayîşê ve hate destpêkirin. Paşê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xense Silêman, bi navê YPG`ê Fermandar Reşîd Umer, bi navê TEV-DEM`ê Cahid Hesen û bi navê  PYD`ê Mihemed Nebî Kotî axaftina hatin kirin.

ALDERBASEA-MERASEME-SHEDAN-4-300x200

Di axaftinan de Berxwedana Serdemê hate silavkirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin.

Her wiha bi navê malbata şehîd Sîpan, Newroz Elî axivî û soza şopandina rêya  şehîd Osman da.

Paşê, wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(kc)

ANHA