Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo soza xwe pêk bîne tevlî Bagera Cizîrê bûne

Dîmen

AGIRΠIBRAHÎM                      

DÊRAZOR – Şervanên YPJ’ê bi îradeyeke xurt û moraleke bilind ji bo soza xwe ya parastina jiyana hemû jinan û rizgarkirina wan ji çeteyên DAIŞ’ê tevlî pêngava bagera Cizîrê bû û bi hemû cûreyên çekên sivik û giran li çeteyan didin.DERZOR-TEVLIBUNA-YPJ-JI-BAGERACIZIRE ‫(1)‬

Şervanên YPJ’ê bi hêzeke mezin cihê xwe di pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bakurê Dêrazorê de digrin. Şervanên YPJ’ê soz dane ku dêheta dawî cihê xwe di hemeleyê de bigirn û jin û zarokên herêmê ji zulma komên çete yên DAIŞ’ê rizgar bikin.

Şervanên YPJ’ê bi çekên sivik û giran rêveberiya Bagera Cizîrê dikin û derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê dixin. Şervana bi nave Azadî Zerdeşt ku ajokara tangê ye derbarê tevlîbûna xwe ya di nava xebatên Bagera Cizîrê de wiha got: “Me wekî hêzên YPJ’ê soz da ku em ê heta dawî parstina hemû jinan bikin.  Em ê heta dawî ji bo parstina jinan şer bikin. Ji bo vê yekê jî em niha tevlî Bagera Cizîrê bûne. Em ê heta dawî jî cihê xwe di hemleyê de bigirin.”

Şervana bi nave Delîla Dilpak di sala 2012’an de tevlî hêzên YPJ’ê bû û niha bi çeka segvaniyê şerê DAIŞ’ê dike. Delîla da zanîn ku pêşveçûna xwe ya li Bakurê Dêrazorê didomînin û dê jinên herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin.DERZOR-TEVLIBUNA-YPJ-JI-BAGERACIZIRE ‫(1)‬ ‫‬

Şervana bi navê ALîn Hesekê jî bi çeka doşka şerê komên çete yên DAIŞ’ê dike têkildarî Bagera Cizîrê got ku ew di çarçoveya pêkanîna banga jinên Dêrazorê tevlî hemleyê bûne û wiha got: “Armanca me parsitna hemû jinan e, ji ber vê yekê em telvî Bagera Cizîrê û hemleyên din jî bûne. Em ê heta dawiyê parastina jinan û hemû welatiyên herêmê bikin.”

Şervana bi navê Peyman Berfîn jî da zanîn ku ew tevlî gelek hemleyên li Bakurê Sûriyê ku li dijî komên çete yên DAIŞ’ê pêk hatin bûye û ev tişt anî ziman: “Armanca me ya sereke rizgarkirina jinan e, em ê mafê jinan pêk bînin û parstina wan bikin. Em ji bo vê yekê jî tevlî Bagera Cizîrê bûne. Em ê heta pêkanîna soza xwe ya parstin û rizgarkirina hemû jinan tekoşîna xwe bidomînin. Em ê jinên mezlûm xilas bikin.”

(bx/dc)

ANHA