Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo tenduristî û ewlekariya Ocalan belavok hatin belavkirin

EFRÎN – Endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava yên navçeya Mabata ji bo diyarkirina rewşa tendurstî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan belavok di nava gel de belavkirin.

Xebat û çalakiyên ciwanan ên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didom in. Di hemû çalakiyên hatine lidarxistin, hate xwestin ku rewşa Ocalan diyar bibe û doza azadiya Ocalan hate xwestin.EFRIN-MEBATACELAKIYA-GEWENA (2)

Di vê çarçovê de Endamên Yekîtiya Ciwanên Rojava yên navçeya Mabata bi durişmeya “Azadiya Rêber APO azadiya me ye”, “Hebûna Rêber APO hebûna me ye” de, îro dest bi hemleya belavkirina belavokan kirin.

Belavok li  nava welatiyan hate belavkirin. Di belavokan de hate xwestin ku rewşa tenduristiya Ocalan kirin û daxwaza eşkerekirina rewşa tenduristî ya Ocalan kirin û daxwaza parstina ewlekariya wî kirin. Balavok bi zimanên kurdî û erebî hatibûn nivîsandin.

Ciwanan ji saetên sibehê ve, dest bi belavkirina belavokan kirin. Ciwanan bi sedan belavok li dûkanan û giştî kolanên sereke yên navçeyê yên navçeyê belav kirin.

(rr)

ANHA