Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ji bo tevliheviyê li Rojava derxin êrîşî Şenglê kirin

DOSYA

EKREM BEREKAT

NAVENDA NÛÇEYAN – Dema mirov li paşperdeya komên çete yên êrîşî Şengalê kirine binêre, dê ferq bike ku hemû ji aliyê MÎT`a Tirkî û PDK`ê ve tên birêve birin. Dîsa gelek çeteyên wek  Zîab El-Remediye yên girêdayî MHP`ê jî hene. Lê tenê navê Pêşmergeyên Rojava derket pêş, ev yek jî bo derxistina fitne û fesadiya di navbera gelê Rojava de pêk hatiye.

CEKDAREN PDK U SERBEST PESMERGE ROJAVA3

Hin komên çete di 3`yê adarê de li navçeya Xanesor a Şengalê kom bûn û êrîşî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) kirin. Di encamê de 8 şervanan jiyana xwe ji dest dan Li gor kendalên nêzî PDK`ê,  ev komên çete bi xwe çeteyên bi navê Pêşmergeyên Rojava ne. lê bi karanîna vî navê gelek sedeman derdixe pêş.

Li gor agahiyên ji Şengalê û belgeyên ketin destê YBŞ`ê, komên êrîşkar ji çeteyên Zîabên Remadî, Zêrevanî, çekdarên PDK`ê yên bi ser Serbest ve, Heşida Sûnî, MÎT`a Tirkan û Pêşmergeyên Rojava pêk dihat.

Bi vekolandina koka van koman re, yekser têkiliyan wan bi Tirkiyê re diyar dibe ku ev kom bi feremên MÎT`a Tirk û PDK`ê tevdigere.

Zîab El-Remadiyê( Gurên Gewir)

Di sibeha 7`ê adarê de, bi sedan gelê êzîdî ji Kampar Newroz û bajarên Amûd û Tirbespiyê bi armanca destekdayîn gelê Xansorê berê xwe dan korîdora di navbera Rojava û Şengalê.

Lê çeteyên PDK`ê li benda dawî ya di navbera Rojava û Şengalê de li gundê Zeraya berê çekên xwe dan gel û gule teqandin. Bi vî awayî xwestin herikîna gel asteng bikin.

Di nava kesên ku gule bi çeka BKS`î reşand Mihemed Yilmaz hat nasîn. Yilmaz ji bajarê Seqariya ya nêzî Istenbûlê û heman demê endamê Zîabên El-Remadî ye.

Rêxistina Zîab El-Remadiyê girêdayî rastgirên radîkal ên Tirkiyê ne û weke çekdarên MHP`ê tên nasîn. Ev koma han tu muzekereyan bi kurdan re qebûl nake û berê di lîsteya terorê de bû. ji aliyê Alp Arslan Turkeh hat avakirin û di salên 70`an de gelek çalakiyên terorî lidar xistin.

Di îlona 2015`an de Ahmet Davutoğlu ku wê çaxê serokwezîr bû, serdana gurê Turkeh kir. Piştî wê Endamekî vê kombûnê, pîlotî rusî ku balafira wî di 24`ê mijdara 2015`an hat xistin, kuşt.

Dîsa Receb Erdogan di 12`ê çileya 2015`an de bi riya vê komê ambargo li ser Qirim ferz kir.

Di êrîşên li ser Şengalê de, Endamên vê komê ku li kampa Bişîqa bûn, cilên pêşmergeyên Rojava li xwe kirin û cihê xwe tê de girtin.

Hêza Zîrevanî

Ev hêz girêdayî PDK`ê ne û di bin feremana Mesrûr kurê Mesûd Barazanî de ne, ji aliyê Ezîz Weyîsî ve tên birêvebirin. Ev  hêz  xizmeta mala Barazanî dike. Di Başûrê Kurdistanê de bi tundetujî tê naskirin û destê wê di kuştinên ku kujerê wê nayên nasîn de heye. Hejmara çekdarên wê digihêje derdora 10 hezarî.

HEZEN ELZEREVANI HEZEN ELZEREVANI1

Çekdar PDK`ê û Serbest

Hejmara wan derdora 10 hezarî ye. Beriya êrîşa çeteyên DAIŞ`ê li Şengalê bi cih dibûn. Piraniya kesên beşdar bûne ji bo peran e. yekser girêdayî PDKê ne û tu têkiliya wezareta pêşmergeyan  bi wan re tune ne. Destê wan di komkujiya dawî ya li Şengalê qewimî de hene.

Heşida Niştimanî ya Sunî

Ji eşîrên ereb yên sûnî yên Musilê pêk tên. Tirkiye ew birêxistin kirin û di Kampar Beişîqe de perwerde kirin. PDK`ê  û malbata Barazanî di avakirina El-Heşide de cih girtin. Bi riya vê komê re Tirkiye hewl dide altirnatîfa Heşid El-Şeibî ava bike.

Lê ev yek bi redkirina Îraqî re rûbirû ma ku beşdarbûna Tirkiye di operesyona Musilê de red kir, lewma Tirkiye bi Barazanî re li hev kir ku di bin navê Pêşmergeyan de bên nasandin. Tevî ku ev kom xwedî têkiliyeke yekser bi Esîl El-Necîfî re ku desteka da DAIŞ`ê û pê çete ketin Mûsilê.

Di 19`ê çileya 2016`an de, berdevkê eşîrên ereb yên parêzgehaa Neynewa Şêx Mizahim El-Hiwêt avabûna togayeke pêşmergeyan ku di nav de eşîrên Neynewa hene, ragihand û da zanîn ku ew girêdayî Wezareta Pêşmergan e,  ji 2 hezar leşkerî pêk tê û bi feremana Mesûd Barazanî hatiye avakirin.

MÎT`a Tirkan

Komek ji MÎT`a Tirkan li herêma Beişîqa ya Başûrê Kurdistanê de bi cih dibe û ji xwe MÎT xwedî rolekî sereke bûn di pîlankirina êrîşa li ser Şengalê de.

ISTIXBARATEN TIRK

Komên Tirkmen

Ji tirkmenên Til Eferê pêk tên. Tirkye bi desteka PDK`ê û bi riya pereyan wan bi kar tîne. Dîsa li Bişîqa hatin perwerdekirin û ji derdora hezar kesî pêk tê.

KOMEN TURKIMANI1 KOMEN-TURKIMANI-1-620x364

Pêşmergeyên Rojava

Komeke leşkerî ye, di 2012`an de li ser daxwaza Mesûd Barazanî hatin çêkirin. Li ser destê MÎT`ê tirkan di kampan de li ser Başûrê Kurdistanê hatin perwerdekirin û navê wan kirin Pêşmergeyên Rojava. ENKS`ê îdîa dike ku sîwana wan a siyasî ye, lê li rex wê Wezareta Pêşmergeyên a Başûrê jî dibêje ew girêdayî me ne.

Di 22`ê mijarê de, Ahmet Davutoğlu serdana kampeke wan kir û ji aliyê generalên Tirkî ve hat pêşwazîkirin.CETEYEN PDK

Di destpêk de bi hêviya parastina Rojava, hin ciwanan ku derbasî başûr dibûn, cihê xwe di nava vê hêzê de digirtin, lê bi derketina rastiyê re gelek ji wan dev jê berde. Lewma PDK`ê siyaseta birçîbûnê û bêkariyê li ser ciwanên Rojava yên li Başûr ferz kir,  li beramberî wê jî mûçeyên pêşmergeyan zêde kir da ku bi vî awayî ciwana teşwîqî tevlîbûnê bike.

Baran Qamişlo ji bajarê Qamişlo ye, di 2011`an de bi armanca xebatê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û bi avakirina Pêşmergeyên Rojava dibihîse, lewma bi hêviya parastina welat dixwaze tevlî bibe.

Bi demê re û piştî tevlî nava vê hêzê dibe rastiya wan dibîne û wiha ji ANHA`ê re got Fitne û fesadî belav dibe, xeberan ji  hev re dibêjin. Dema me dipirsî çima narin Rojava digotin ji xwe hin li wir şer dikin û pişt re emê  serkeftinana bi nîvî parve bikin.

Baran destnîşan kir ku ew kesên han ji bo PDK`ê kar dikin û doza kurd esas nagirin.MESUD U ERDOXAN

Bi vî awayî ku mirov çav li çekdarên êrîş Xanesora Şengalê kirine, bigerîne, dê diyar bibe ku ev kom girêdayî Tirkiyeyê ne û ji aliyê wê ve hatine pewerdekirin û ne dûre ku altirnatîfa DAIŞ`ê bin.

Her wiha armanca bikaranîna navê Pêşmergeyên Rojava jî ew e ku dixwazin fitne û fesadî di nava gelê rojava de çêbkin.

(nse/dc)

ANHA